HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Ji 25'ê Gulanê û vir ve li navçeyên Bazîd û Diyadîn a Agirîyê û navçeya Çaldirana Wanê du yekîneyên kontra yên ji 15 kesan (bi giştî 30) pêk tên li ser navê gerîlayên me li herêmê digerin.

2. Ji 20'ê Gulanê û vir ve li navçeya Bêyşebaba Şirnexê li herêma Çemanê yekîneyeke kontra ya ji 20 kesî pêk tê digere.

3. Di 28'ê Gulanê de di navbera saet 14.00-16.00'an de li ser riya Çelê û Colemergê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye birîn. Nêzî 100 wesayitî hatiye rawestandin û ji gel re di derbarê pêvajoya dawî de propaganda hatiye kirin.

4. Di 28'ê Gulanê de di saet derdora 17.00'an de li navenda Colmergê li dijî Kato Marînos, Katoyê Ortê û Kato Qawalê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan hatie bombekirin.

5. Di 26'ê Gulanê de li Şirnexê li dijî herêma Bestayê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Di 27'ê Gulanê de li Besta li herêma Rûsora bi ser Şehrîbanê di navbera gerîlayên me û leşkerê dijmin ê derketiye operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de leşkerek hatiye kuştin, leşkerek jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê li dijî leşkerê dijmin ê xwestiye paş de vekişe ji aliyê gerîlayên me ve çalakiye din hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 5 leşkerê dijmin hatiye kuştin, 6 leşker jî birîndar bûye. Operasyona li herêmê bi piştgiriya helîkopterên kobrayan paş de vekişiyaye.

6. Di navbera 27 û 29'ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî herêma Ertûş, Garêya Biçûk û Mêzin ên bi ser navçeay Çelêya Colemergê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

7. Di 29'ê Gulanê de (vê sibê) li navenda Dersimê li dijî herêmên Rojnek û Tevneşê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.

29 Gulan 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê