Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 25'ê Gulanê de li navçeya Depa Elezîzê li dijî qereqola Okçuyanê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de çeperek hatiye rûxandin, 2 leşkerê tê de jî hatiye kuştin.
2. Di 27'ê Gulanê de di saet 07.00'an de li Şirnexê li dijî herêma Şehrîbana Bestayê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Li herêmê bi helîkopterên kobra û balefirên keşfê bênavber difirin her weha cîh cîh jî pevçûn diqewimin. Di derbarê operasyona berdewam dike û pevçûnan de dema zelal bû ji raya giştî re wê were eşkerekirin.
28 Gulan 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê