HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 25'ê Tîrmehê de di navbera 16.00-16.30'an de li navçeya Şemzînana Colemergê li nêzî Qereqola Giranayê li dijî leşkerên di avakirina qereqolê de dixebitîn ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. 2. Gerîlayên me yê li Colemergê kontrola xwe ya li herêma di navbera navçeya Şemzînanê û Gerdiyayê berdewam dikin. Di 26'ê Tîrmehê de di navbera saet 07.00-19.30'an de li ser riya Şemzînan û Gerdiyayê ji aliyê gerîlayên me ve kontol hatiye lidarxistin. 50 wesayit hatiye rawestandin, nasname hatiye kontrolkirin, di derbarê pêvajoyê de ji bo gel agahî hatiye dayîn. Artêşa dagirker a tirk heman rojê di saet 19.30'an xwestiye bi helîkopterên kobrayan mudaxeleyî cihê çalakiyê bike lê ji ber rastî berxwedana gerîlayên me hatiye naçar maye ji herêmê dûr bikeve.

Di heman rojê de di saet 20.40'an de li ser riya Şemzînan û Geverê li dijî kerwaneke leşkerî li nêzî gundê Diyahorê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de wesayiteke kîrpî hatiye rûuxandin. Gerîlayên me di heman demê de di danê êvarî de li dijî Fermandariya Tûgaya Şemzînanê û Alaya Garê bombebaran kiriye. Hejmara kuştî û birîndarê dijmin ên di van çalakiyan de ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.

Dijmin ji bejahiyê nekarî mudaxeleyî gerîlayên me bike her weha li dijî herêmên sîvîlan jî bi hewan û obusan bombebaran dike. Di vê çarçovê de li dijî Gumokê, Sênala, Gostê Genîş Tepe û Ava Hecî Bega bi ser Şemzînanê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan, obus û qatûşayan hatiye bombebarankirin. Di encama bombebaranê de li herêmên Sênala û Gumokê şewat destpêkiriye .

3. Di 27'ê Tîrmehê de di saet 06.20'an de li navçeya Lîceya Amedê di navbera Fermandariya Tûgay û Tabûrê li dijî kerwaneke leşkerî ji aliyê gerîlayên me YJA Star ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de wesayiteke zirxî ya akrep hatiye rûxandin, 4 leşker hatiye kuştin, 3 leşker jî birîndar bûye. Dijmin kuştî û birîndarê xwe bi helîkopterên skorskyan û embûlansan ji herêmê dûr xistiye.

27 Tîrmeh 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê