HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapeemenî û raya giştî re!

1. Di 29'ê Tebaxê de li Bedlîsê li dijî herêma Şêx Cumayê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Di 30'ê Tebaxê de di saet 17.30'an de li dijî leşkerên dijmin ên di operasyonê de ne ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de çeperek dijmin hatiye rûxandin û leşkerek jî hatiye kuştin. Piştî çalakiyê artêşa dagirker a tirk bi wesayitên zirxî hatine teqwiyê. Operasyona li herêmê jî hîn berdewam dike.

2. Di 31'ê Tebaxê de di saet 11.00'an de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî Alaya Garê du çalakî hatine lidarxistin. Di encama van çalakiyan de konteynereke di alayê de hatiye rûxandin herweha hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk ve li dijî herêmên Genîştepe, Garê û Gostê bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

Di saet 17.00'an de çalakiya duyemîn a li ser alaya Garê de hate lidarxistin de çepera 7 leşker tê de bû, çeper hatiye rûxandin, 7 leşkerê tê de jî hatine kuştin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî Girê Konserve û Geliyê Ava Hacibegê bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

3. Di 31'ê Tebaxê de di saet 14.15'an de li navçeya Çelê ya Colemergê di navbera qereqolên Gİrê 49'an de li dijî karwaneke li herêmê operasyon lidarxisitiye ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de Wesayiteke kirpî derbe xwariye, hejmara kuştî û birîndarê dijmin jî ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Di heman demê de li dijî qereqola Girê jî gerîlayên me çalakiyek lidarxistiye, di encama vê çalakiyê de dûrbîneke nîcon hatiye rûxandin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî herêma Çiyareş bi hewan û obusan tê bombekirin. Bombebarana li herêmê hîn jî berdewam dike.

4. Di 31'ê Tebaxê de di saet 12.00'an de li navçeya Miksa Wanê di navbera gundên Kawlik û Rûnexwarê de li dijî treneke alavên leşkerî barkîrî de ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de trên bûye du beş, 4 vagonê wê jî hatiye rûxandin û zirareke madî ya mezin çêbûye. Piştî çalakiyê 4 panzer û 3 akrebên artêşa dagirker a tirk ên hatine mudaxeleyê di saet 14.15'an de li dijî vê karwanê ji aliyê gerÎlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de panzerek hatiye rûxandin. Hejmara kuştî û birîndarê di panzêra rûxandi de ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin, 2 leşkerên li derdora panzêrên jî bûn hatine kuştin. Piştî çalakiyê 5 helîkopterên skorskyan kuştî û birîndarê xwe ji herêmê dûr xistiye. Operasyona li herêmê jî hîn berdewam dike.

5. Di 1'ê îlonê de di saet 06.00'an de li navçeya Stewra Mêrdînê di navbera gundên Ewîna û Dengiza de li dijî leşkerên ji bo ewlekariya hêzên tên guhertin bigirin, ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de wesayiteke reo hatiye rûxandin, hejmara kuştî û birîndarê dijmin jî ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.

6. Di 17'ê Tebaxê de li navçeya Pasûra Amedê wezîfedarê qeymeqamiyê yê hatibû binçavkirin piştî kar û barên wî yên îdarî û hiqûqî qediyaye serbest hatiye berdan.

1 Rezber 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê