Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 23'ê Gulanê de li navçeya Gimgima Mûşê piştî çalakiya li dijî astsûbayê cenderme hatibû lidarxistin û kuştin, gerîlayên me bê ku wendahî bidin vegeriyane baregehên xwe. Piştî çalakiya ji bo operasyonên zêde bûne hate lidarxistin di 24'ê Gulanê de danê sibê ji aliyê artêşa dagiker a tirk li navçeya Gimgima Mûşê li dijî derdora gundên Leylek, Reqasa û Tanzikê operasyonek lidarxistibû. Di heman rojê de berfirehiya operasyonê ber bi Çorsan, Mîro, Badan, Girê Boga û Tanzîkê ve bi daxistinan berfireh bûye Di heman rojê de li nêzî gundê Tanzîkê li dijî skorskyeke li herêmê dadiket ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Skorskya derbe xwariye û dûman jê rabûye naçar maye ji herêmê dûr bikeve. Piştî demekê helîkopter rûxiyaye û ketiye xwarê. Piştî çalakiyê heta derengê şevê bi helîkopterên kobrayan herêm hatiye bombekirin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike. Herweha di encama bombebarana zêde û cîh cîh pevçûnên qewimî de 3 gerîlayên me gihîştiye şahadetê. Di herêmên operasyonê de 3 kesên dîl ketina wan tê behskirin tu têkiliya gerîlayên me bi wan re nîne.
Nasnameyên gerîlayên me yê gihîştine şahadetê;
29 Gulan 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê