HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di çarçoveya berxwedana mezin ya li Şengalê berdewam dike bi rêze çalakiyan berdewam dike. di vê çarçovê de;

1. Roja 14 Adar di derdorê demjimêr 19:00 ji aliyê Gêrîllayên me ve li hember çeteyên ku li derdorê Suka Jer di nava tevgerê dene çalakiyek ya sabotajê hatiye lidarxistin. di encama vê çalakiyê de 1 çete hatiye kuştin û çeka B-7 ya çeteyê hatî kuştin ketiye dest.

Di çarçoveya tevgera leşkerî ya artêşa Tirk  de;

2. Roja 14 Adar di navbera demjimêrên 07:00 - 13:30 an de balefirên keşfê yên artêşa dagirker a Tirk  ji Herêmên Parastinê yên Medya li xeta sînora herêma Avaşîn herêmên Şehîd Gafur û Şehîd Rehîme tevgerên keşfê encam dayîne. Herwiha di navbera demjimêrên 14:00- 17:00 an de ji qereqola Oremar ya girêdayî navçeya Çolemêrg Geverê li hember herêmên Şehîd Rehîme û Şehîd Gafur bi Obûs û Hewanan topbaranek pêkanîne.

3. Roja 13 Adar di demjimêrên şevê de li gundên Kanî Sor, Kûdê, Kawarexê, Xirbê Mamudê û Yestê yê girêdayî navçeya navçeya Mêrdîn Omerya (Mahsertê) û gundên Cinata û Xirêp yên girêdayî navçeya Nisêbînê artêşa Tirk bi hevkariya wesayitên zirxî li bejahiyê kemînan pêktîne. Roja 14 Adar di demjimêrên beyanî de ji artêşa Tirk ku bejahiya gundên Cineta û Xirêp yên girêdayî Nisêbînê girtîn nava xwe operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyon di demjimêrên nîvro de bên encam paşde vegeriyaye.

4. Roja 13 Adarê di navbera demjimêrên 20:00 - 22:30 an de û roja 14 Adarê di navbera demjimêrên 03:00 -03:30 an de li ser herêma Gare a Herêmên Parastinê yên Medya liv û tevgera balefirên bê mirov û balefirên şer hatiye çavdêrkirin. Roja 15 Adar di navbera demjimêrên 01:00 - 02:00 belefirên bê mirov yên keşfê li ser herêma Metîna tevgerên keşfê pêkaniye.

15 Adar 2015

Navenda Çapemenî û Ragihandina- HPG