Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 1'ê Tebaxê de di saet 18.30'an de li navçeya Qilabana Şirnexê li dijî helîkopotereke skorkya xwestiye ji Girê Çetan sînor derbasbike û ber bi Deriyê Dawetiya ve biçe, ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de helîkoptera derbe xwariye naçar maye paş de vekişe. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî herêma Deriyê Dawetiya bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
2. Di 31'ê Tîrmehê de li Amedê li dijî navçeya Qarazê û Gundê Fîsê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi tevlêbûna heronan û wesayitên zirxî operasyonek hatiye lidarxistin. Di 1'ê Tebaxê de di saet 08.00'an de di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketine operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de panzerek derbe xwariye 4 leşkerên dijmin jî hatiye kuştin. Piştî pevçûnê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî herêma pevçûnê bi tank, helîkopterên kobrayan , hewan û obusan hatiye bombekirin. Herweha operasyona li herêmê di saet 11.00'an de paş de vekişiyaye.
3. Di 1'ê Tebaxê de di saet 11.00'an de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî karwaneke leşkerî ya dixwest derbasî Qereqola Rûbarokê bibe ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de wesayiteke zirxî derbe xwariye. Hejmara kuştî û birîndarê dijmin jî ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.
Di heman saetê de li Neqeba Nîrkolaya Jorîn a li quntarê wê yê li Masîro dinere ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyeke sûîkastê hate lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkereke dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hate kuştin.
Di 1'ê Tebaxê de di saet 18.30'an de li dijî leşkerên dijmin ên bi wesayitên zirxî ji pira Gundê Navreza derbas dibûn ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama pevçûnên heta saet 19.30'an berdewam kirî de 15 leşkerên dijmin hate kuştin. Piştî çalakiya veguheriye pevçûnan ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî herêmê bi balefirên şer, helîkopterên kobrayan, wesayitên zirxî, hewan û obusan bi dijwarî hate bombekirin.
Di 1'ê Tebaxê de di saet 16.00'an de li dijî Paleyên Gundên Navreza û Robunusê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer, helîkopterên kobrasyan, hewan û obusan bi dijwarî hatiye bombekirin.
4. Di 1'ê Tebaxê de di saet 14.30'an de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî karwaneke leşkerî ya ber bi qereqola Rûbarokê ve diçe ji aliyê gerîlayên me yê YJA Starê çalakiyek hatiye lidarxistin. Nêzî 20 deqeyan herêm bi tankan hatiye bombekirin herweha di encama çalakiya ji aliyê gerîlayên me ve hate lidarxistin de di navbera Gundê Bêgirdê û Gundê Kerkîtê wesayitek derbe xwariye. Artêşa tirk a nekarî berxwedana gerîlayên me bişkîne naçar maye karwan paş de vekişe. Piştî çalakiyê jî li dijî herêmê bi hewan û obusan bombebaran kiriye.
Herweha leşkerên dijmin ê li Gundê Kerkîtê rê kontrol dikirin vekişiyane qereqola Bêsosinê.
2 Tebax 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê