HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 31'ê Tîrmehê de li navçeya Şemzînana Colemergê heta danê nîvro di encama pevçûnên qewimî de li Neqeba Nîrkolaya Jorîn 3 leşker, li Gumoka Jorîn fermandarê yekîneyê û li Neqeba Masîro jî leşkerek bi giştî 4 leşerê dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kuştin . Di heman rojê di saet 11.00'an de ji navçeya Şemzînanê artêşa dagirker a tirk ên bi helîkopterên kobrayan, bi tank û wesayitên zirxî yên akrep xwestine mudaxeleyî cihê bûyerê bikin li nêzî Gundê Navreza ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 leşker ji aliyê gerîlayên me ve hatine kuştin. Di saet 17.00'an de li dijî leşkerên dijmin ên cadin xwestine mudaxele bikin ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyeke din hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de wesayiteke kirpî derbe xwariye2 leşker jî hatine kuştin. Li dijî leşkerên piyade yên dixwestin pêş ve biçe jî ji aliyê gerîlayên me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de jî 5 leşkerên dijmin hatine kuştin. Di encama pevçûn û çalakiyên di tevahiya rojê de qewimîne bi giştî 14 leşkerên dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatine kuştin. Herweha Rêhevalê me Şahîn Zap - Îsa Tacidar jî bi lehengî şer kiriye û gihîştiye şahadetê. Di tevahiya rojê de artêa dagirker a tirk ên nekarî pêş de biçe riya 10 deqîqeyan di 7 saetan de derbaskiriye. Dîsa di 1'ê Tebaxê de (îroj) li dijî hemû herêmê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobra, hewan û obusan herêm hatiye bombekirin.

Nasnameya Gerîlayên me yê gihîştiye şahadetê;

Nasnav: Bahoz Zap

Nav û paşnav: Îsa Tacîdar

Navê dayik û bav: Medîne - Kasim

Cihê jidayikbûnê: Maku

2. Di 30'ê Tîrmehê de di saet 15.00'an de li navçeya Şemzînana Colemergê di navbera Gundên Riya û Salarayê li dijî leşkerên artêşa dagirker ên tirk ê xwestiyê rê kontrol bike ji aliYê gerîlayên me ve çalakiye hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagiarker a tirk li dijî herêmê bi hewan û obusan herêm hatiye bombekirin. Operasyona di heman rojê de bi daxistinan jî destpêkiriye di 31'ê Tîrmehê de bê encam paş de vekişiyaye.

3. Di 31'ê Tîrmehê de di navbera saet 15.00-16.00'an de li navçeya Gevera Colemergê li dijî Qereqola Oramarê ji aliyê gerîlayên me ve bi çekên giran çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 çeperên artêşa dagirker a tirk hatiye rûxandin.

4. Di 31'ê Tîrmehê de di saet 17.30'an de li navçeya Qilabana Şirnexê li herêm Girê Çetan di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketine operasyonê pevçûneke 20 deqan qewimiye. Di encama vê pevçûnê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî pevçûnê dijmin kuştî û birîndarê xwe bi helîkopterên skorskyan ji herêmê dûr xistiye.

5. Ji 27'ê Tîrmehê dû vir ve li Herêmên Parastinê yên Medyayê li bajaroka Şeladizê lid ijî herêma Çiyareş û li navçeya Çelêya Colemergê li dijî Geliyê Zap, Çiyayê Hênê, Girê Helwesîs, Girê Samûray û herêma Garêya Mezin ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan tê bombekirin. Di encama êrîşan de şewata li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.

6. Di 31'ê Tîrmehê de di saet 11.00'an de li Şirnexê di navçeya Beyşebabê û bajaroka Mezrayê sercerdewan û kontra Nesîp Tîmûr herweha beriya niha di şahadeta gerîlayên me rol lîstiye li dijî vî şexsî di encama îstîxbaratekê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de Nesîm Tîmûr û Şamîl Tîmûrê li gel wî birîndar bûne.

1 Tebax 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê