HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 6'ê Tîrmehê de li naveçaya Tetwana Bedlîsê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatibû destpêkirin. Di 12'ê Tîrmehê de piştî nîvro li dijî hemû herêmên operasyonê bi tank, helîkopterên kobrayan û wesayitên zirxî heta danê êvarî hatiye bombekirin. Di danê êvarî jî bêencam paş ve vekişiyaye.

2. Di 9'ê Tîrmehê de di navbera saet 15.00-22.00'an de li navçeya Çelêya Colemergê li dijî Şehîd Mazlûm, Navserên Deştanê, derdora riya Qarataşê û Bêtkarê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin. Li dijî heman herêman di 10'ê Tîrmehê de di saet 03.00'an de bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.

3. Di 10'ê Tîrmehê de di saet 22.00'an de li navçeya Farqîna Amedê şantîyeke ya şîrketa bi dijmin re hevkariyê dike ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 6 wesayitên serokê AKP ya navçeya Farqînê hatiye şewitandin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan derdora cihê çalakiyê hatiye bombekirin.

4. Di 10'ê Tîrmehê de di saet 10.00'an de li navçeya Çelêya Colemergê li dijî Girê Şehîd Mazlûm, herêma Deştan, Girê Sor û Qereqola Karataşê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Li nêzî Girê Şehîd Mazlûm di navbera leşkerên artêşa dagirker a tirk û gerîlayên me de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de 3 leşker hatiye kuştin, 10 leşker jî birîndar bûye. Piştî pevçûnê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan hatiye bombekirin. Di heman rojê de di saet 15.00'an de cihê herêmê bi balefirên şer hatiye bombekirin. Di 11'ê Tîrmehê jî beşek hêzên operasyonê paş de vekişiyaye.

5. Di navbera 11-13'ê Tîrmehê bi navber li navçeya Çelêya Colemergê li dijî Şehîd Mazlûm, Deştan û Girê Sor ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin. Di encama bombebaranê de şewata li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.

6. Di 12'ê Tîrmehê de di saet 13.00'an de li navçeya Pîrana Amedê li nêzî Qereqola Beyazçeşmê 2 kemyonê di xebatên leşkerî de dihatin bikaranîn û wesayiteke TEDAŞ'ê ji aliyê gerîlayên me ve hatiye şewitandin û rûxandin.

7. Di 12'ê Tîrmehê de di saet 21.00'an de li navenda Amedê di navbera navçeyên Karaz û Lîceyê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye birîn. Ji girseyên li wir kombûyî re di derbarê pêvajoyê de agahî hatiye dayîn, wesayiteke kargo ya bi dijmin re hevkariyê dike bi alavên di hundirê ve hatiye şewitandin û rûxandin.

8. Di 12'ê Tîrmehê de di saet 05.30'an de li navçeya Qilabana Şirnexê li nêzî baregeha leşkerî ya Girê Meymûn di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketine operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûna setekê domandiye de 12 leşkerê dijmin hatiye kuştin, hejmara birîndara jî nehatiye zelalkirin. Dijmin di saet 18.15'an de kuştî û birîndarê xwe ji herêmê dûr xistiye.

9. Di 12'ê Tîrmehê de ji saet 08.00'an heta 13'ê Tîrmehê danê sibê li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Gundên Heftenîn û Bêtalmê, Girên Şehîd Kendal û Şehîd Delîla yên bi ser Heftenînêye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

13 Tîrmeh 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê