Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
1.Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî Ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de ya ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê didome hêzên me bi wesîleya salvegera şehadeta şehîd Zîlan de li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyên bi bandor li dar xistine. Agahiyên derbarê van çalakiyan wiha ne;
Di 23’ê Hezîranê de saet 09.05’an de hêzên me li dijî artêşa Tirk a dagirker a ku li Girê Şehîd Rahîme ya Gevera Colemêrgê rê çêdikir, çalakiyek li dar xistin. Hêzên me ji du milan ve li çeper û makîneyên kar ên dijmin xistine û di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatine tespîtkirin. Piştî çalakiyê dagirkeran bi obus û hawanan li qadê dane.
Di heman rojê de hêzên me saet 19.30’an de di navbera Çelêya Colêmêrgê û Wanê de li nêzî gundê Çemê Bedel li dijî benda kontrolê ya artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistine. Hêzên me ji 3 milan ve li dijmin dane. Di vê çalakiyê de 5 leşker hatine kuştin, klûbeyeke dijmin û wesayîteke leşkerî jî derb xwarine.
Di 24’ê Hezîranê de hêzên me saet 11.30’an de li ser rêya di navbera Girên Şehîd Ferman û Şehîd Elîşêr de li dijî yekîneyên artêşa Tirk a dagirker çalakiya sabotajê li dar xistine. Di vê çalakiyê de 3 leşker hatine kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne.
Di heman rojê de saet 19.35’an de hêzên me yên YJA-Starê li Qada Meydankê ya Gevera Colemêrgê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xistine. Hêzên me ji 2 milan ve li dagirkeran dane û di vê çalakiyê de 8 leşkerên dijmin hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne.
2.Di 19’ê Hezîranê de saet 00.10’an de artêşa Tirk a dagirker li qada Karar a Azaxpêrta Çewligê operasyonek dane destpêkirin û saet 02.00’an de hêzên dagirker bi balefirên şer û helîkopteran qad bomberdûman kirine. Piştî bomberdûmanê artêşa Tirk a dagirker bi helîkopterê leşker daniye qadê. Li vê derê şerên giran çêbûye. Di vî şerî de 2 rêhevalên me, piştî berxwedaneke qehremanî şehîd bûne. Ev operasyon di 20’ê Hezîranê de ji qadê hatiye vekişandin. Wê nasnameya rêhevalên me yên şehîd piştre ji rayagiştî re werin eşkerekirin.
3.Balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kirine. Di vê çarçoveyê de:
Di 23’ê Hezîranê de saet di navbera 23.00 û 00.00’an de qada Kunîşka ya Zapê, di 24’ê Hezîranê saet di 13.00’an de Qada Cîloya Biçûk a Zapê û saet 13.30’an de jî qada Xinêrê ya Xakurkê hatiye bomberdûmankirin.
Di 25’ê Hezîranê de jî (Îro) saet 00.30’an de qada Xantûrê ya Heftanînê hatiye bomberdûmankirin.
Di van bomberdûmanan de tiştek bi hêzên me nehatiye û agir bi daristanên van qadan ketiye.
25’ê Hezîranê 2019
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê