Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
12'ê Hezîranê di navbera hêzên me yên gerîla û artêşa TC’ê ya dagirker de li navçeya şêxler ya Elkê şer derketiye. Di vî şerî de ku gelek leşkerên dijmin hatine kuştin û birîndar bûne, hevalên me Mizgîn Avesta û Xemlîn Colemêrg bi qehremanî şer kirin û şehîd bûn.
Agahiyên derbarê nasnameya şehîdan wiha ne;
Navê Kod: Mizgîn Avesta Nav Paşnav: Fatma Çelik Cihê Bûyinê: Semsûr Navê Dê û Bav: Rabîa - Abuzer Dem û Cihê Şehîdbûnê: 12 Hezîran 2019 / Elkê
|
Mizgin – Fatma Çelik
Navê Kod: Xemlin Colemerg Nav Paşnav: Bilge İncin Cihê Bûyinê: Colemêrg Navê Dê û Bav: Nîhal - Fevzî Dem û Cihê Şehîdbûnê: 12 Hezîran 2019 / Elkê
|
Xemlin – Bilge İncin
Hevrêya me Mizgîn Avesta 1986’an li Semsûrê li nav malbateke welatparêz hatiye dine. Dema ciwantiya xwe tevgera PKK’ê û felsefeya Rêbertî ji nêz ve nas dike, polîtîkayên zext, înkar û îmhayê yên li ser gelê Kurd ji nêz ve dibine. Hevrê Mizgîn ku biraziya yek ji fermandarê me yê efsanewî Şehîd Sabrî (Hacî) Gozubuyuk e, li ser rêça hevrê Sabrî 2006’an ji Semsûrê tevlî nav Tevgera Azadiyê dibe.
Heval Mizgîn ku ji roja tevlê bûyî bi hemû giyanê xwe jiyana xwe diyarî azadiya gelê xwe kir, di jiyana xwe ya şoreşgerî de, li hemû qadan hemû peywirên ku ketine ser mile wê bi serkeftineke mezin û bi performensekê bi cih aniye. Dilsoziya hevrê Mizgîn a li Partiyê û şehîdan, hezkirin û hurmeta wê ya mezin a li gel û hevrêyên wê, ji bo me hevrêyan bûye mînakek. Hevrê Mizgîn ji roja ku tevlî nav gerîla bûyî heta şehîd dibe, bê rawest, bûye fermandareke coşdar, biryardar. Heval Mizgîn ku navê fedaîbûnê bû, li dijî operasyonên dagirker ên ku li ser Bakurê Kurdistanê hatine destpêkirin bi performanseke zêde, li ser xeta gerîlatiya nû derbên girna li dijmin dane, di kîjan şertan de dibe bila bibe li bara dijmin qet ji ya xwe nehatiye xwarê. Hevrêya me Mizgîn, li Elkê dema ku li ser peywira xwe bû li rasta dagirkeran hatiye, heta dilopa dawî ya xwîna xwe şer kiriye û tevlî nav karwanê şehîdan bûye.
Heval Xemlîn Colemêrg li Colemêrgê li nav malbateke welatparêz tê dine.Rasteqîniya dijmin hê bi ciwantî nas dike, 2014’an tevlî nav Tevgera Azadiyê dibe. Hevrê Xemlîn ku ji Zagrosan heta Botanê li gelek qadan têkoşiyaye, dijwariyên ku têkoşînê bi xwe re anî, bi vîna şoreşger heq jê derketiye û hewl daye ku peywirên ku ketine ser mile wê bi rengekî herî baş bi cih bîne. Heval Xemlîn ku bi kesayetiya xwe ya fedekar, kedkar û paqij tê naskirin, li dijî dijmin ku dixwaze komkujiyê li ser gelê me bike bi çalakî têkoşiyaye. Herî dawî li Elkê ku têdikoşî, li dijî hêzên dijmin bi qehremanî şer dike û tevlî nav karwanên şehîdan dibe.
Fedakariya mezin a hevrêyên me Mizgîn û Xemlîn ku li dijî dijmin ji bo hesab bipirsin têdikoşîn wê ti caran neyên jibîrkirin, bîranînên van hevrêyên me yên hêja tim wê di têkoşîna me de bijîn. Di serî de malbatên hêja yên Çelîk û Incîn serê hemû gelê Kurdistanê xweş be, em sond dixwin ku alaya têkoşînê ya ku şehîdan ji me re hiştine bigihînin serfiraziyê.
26’ê hezîranê 2019
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê