HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di 21’ê Tebaxa sala 2012’an de li Herêma Paristina Medyayê hêzên dagirker yên TC’ê bi belefiran herêm bombebaran kir. Di encama bombebarnkirinê de hevalê me Zerdeşt bi giranî birîndar bû, pişt re tevlî karwanê azadiyê bû.

Nasnameyên rêhevalê me yê şehîd:

Nasnav: Zerdeşt Hewram
Nav û paşnav: Cafer Xidirîpur
Cihê jidayikbûnê: Banê (Rojhilatê Kurdistan)
Navê dayik û bav: Eyşe - Mustafa
Dîrok û cihê şahadetê: 21 Tebax 2013 Herêmên Parastinê yên Medya

Zerdeşt Hewram - Cafer Xidirîpur

Hevalê Zerdeşt ji Rojhilatê Kurdistanê tevlî nava refên me bi bû, her tim li pey xeyalên azadiyê di meşiya. Hevalê Zerdeşt bi felsefa Rêber Apo xwe mezin kirî bû û pêşket.

Di kesayeta hevalê Zerdeşt de em hemû lehengên ku ji bo azadiya gelê Kurd têkoşin kirine bibîr tînîn û em ê li pey şopa wan bin û emê hêviyên wan yên azadiyê bi cih bînin.

1 Cotmeh 2013

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê