HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 21’ê Tebaxê de di navbera saet 11.00-12.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Kanî Gûzê ku bi ser Metîna ye ji aliyê Artêşa TC’ê bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.

 

2. Di 21’ê Tebaxê de di navbera saet 11.00-12.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Kurê Jahro ku bi ser Zapê ye ji aliyê Artêşa TC’ê bi balefirên şer êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama êrîşan de şewata li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.

3. Di 21’ê Tebaxê de di derdora saet 11.45’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Gundê Siyanê ku bi ser Garê ye ji aliyê Artêşa TC’ê bi balefirên şer êrîşeke hewayÎ hatiy lidarxistin. Di heman rojê de di saet 14.00’an de cardin li li dijî Gundê Çemşerît ku bi ser Garê ye ji aliyê Artêşa TC’ê bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Di encama êrîşan de şewata li Gundê Siyanê, Ergene, Çemê Selê, quntarên Pirîz û Gundê Çemşerîtê destpêkiriye hîn jî berdewam dike. Herweha gundiyên li vir naçar mane ku gundê xwe berdin.

4. Di 21’ê Tebaxê de di navbera saet 10.30-14.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî herêma Kortek ku bi ser Qendîlê ye ji aliyê Artêşa TC’ê bi balefirên şer êrîşeke hewayî hewayÎ hatiye lidarxistin. Di encama êrîşan de li maşîneke ya gundiyên Bolê îsabet kiriye û di encamê de 4 jê zarok, 1 jin û 2 zilam bi giştî 7 kesî jiyana xwe ji dest daye. Tevgera balefiên şer ên li herêmê hîn jî berdewam dike.

5. Di 14’ê Tebaxê de li Çewlikê li dijî herêmên Digerna, Kurudere , Tatalan û Tîrîzê ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye lidarxistin. Di 18’ê Tebaxê de operasyona beşek paş de zîviriye hîn jî ji aliyê yekîneyên veşartî li dijî herêmê hewldanên kemîn û keşif berdewam dike.

22 Tebax 2011

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê