HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çalakî û raya giştî re!

1. Di 23’ê Tebaxê de di navbera çiyayê Maden û navçeya Erxenî ku bi ser Amedê ye di navbera qereqolên Kalende û Tinê li dijî leşkerên dijmin ê ji venêrîna rê vedigeriya ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de maşîneke Reyo ya 15 leşker tê de ye hatiye rûxandin, hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me nehatiye zelalkirin. 1 kuştî û 4 brîndarê di çapemeniya tirka derbas dibe, dûrî rastiyê ye.

2. Di 23’ê Tebaxê de di saet 13.00’an de li navçeya Dara Hênê ya bi ser Çewlikê li dijî 4 leşkerê dijmin ê çeper ava dikir, ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya hatiye lidarxistin hejmara kuştî û birîndarê dijmin nehatiye zelalkirin.

3. Di 22’ê Tebaxê de di saet 22.00’an de li navçeya Cizirê ya bi ser Şirnexê li dijî polîsê AKP’ê ye li ser gel terorê dimeşîne, ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 2 jê giran 11 polîsê AKP’ê hatiye birîndar kirin. Piştî çalakiya hatiye lidarxistin de hemû polîsên li navenda bajêr vekişandine qereqolan.

4. Di 22’ê Tebaxê de li Şirnexê li dijî Navêkara, Sipindarok, Tepê Konferansê ku bi ser Çiyayê Cûdiye ji aliyê Artêşa TC’ê bi helîkopterên kobra hatiye bombebarankirin. Di encama bombebaranê de şewata li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.

5. Di 23’ê Tebaxê de di navbera saet 08.00-16.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Dêreşîş, Mêrgeşîş, Geliyê Pisaxa, Quntarên Xantûr, Girê Partîzan, Girê Nêriya, Geliyê Gêtalma, Girên Sîpan û Pakê, Şehît Kemal, Neqeba Êrîş û Şehîd Adar ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama êrîşan de şewata li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.

6. Di 23’ê Tebaxê de di navbera saet 22.00-24.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Girê Nêriya, Şehîd Kemal û Şehîd Rênas ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.

7. Di 22’ê Tebaxê de li navçeya Tetwanê ya bi ser Bedlîsê ye santraleke girêdayî 3 şîrketên GSM’ê ye 3 maşînên li vir ji aliyê gerîla yê me hatiye şewitandin, 5 karkerê van şîrketan jî ji aliyê gerîla yê me hatiye binçavkirin. Di derbare 5 karkeran de di rojên pêş em ê ji raya gîştî re agahiyan bidin.

24 Tebax 2011

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê