Ji Çapemenî û raya giştî re!
1. Di 24'ê Tîrmehê de di saet 06.35'an de li navçeya Refahiya Erzinganê li bajaroka Akasuyê li dijî wesayiteke ji qereqola jendermeyan derketiye ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin nehatiye zelalkirin.
2. Ji 22'ê Tîrmehê û vir ve li Colemergê di navbera navçeya Şemzînanê û herêma Gerdiyayê kontrola gerîlayên me berdewam dike. Gerîlayên me yê serweriya eraziyê di dest xwe de digre, hemû êrîşên dijmin ê hewayî û bejahî paş de pijiqandine.
Di vê çarçoveyê de Fermandariya Tûgaya Şemzînanê ya ji bo mudaxeleyê tevgeriyaye di 25'ê Tîrmehê de di navbera saetên 12.30-19.00'an de ji aliyê gerîlayên me ve hatiye lêdan, ji bo mudaxeleyê destûr nehatiye dayîn. Cardin leşkerên Alaya Garê ya bi ser Şemzînanê yên xwestine mudaxele bikin ji aliyê gerîlayên me yê YJA Starê hatiye rawestîn. Di encama çalakiyên li dijî Tûgaya Şemzînanê û Alaya Garê yên ji aliyê gerîlayên me ve hate lidarxistin de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Herweha îro heta saet 07.00'an jî kontrolkirina nasname û rê ya ji aliyê gerîlayên me ve di navbera Şemzînanê û Gerdiyayê dabûn destpêkirin berdewam dikir.
Li beramberî vê yekê êrîşên artêşa dagirker a tirk ê li dijî cihên sivîl berdewam kiriye, li dijî Herêmên Gumokê, Gostê û Senala, Gundên Nîrkola, Bêgirdê, Navreza, Nehrê û Robînosê ji 25'ê Tîrmehê ji saet 12.00'an heta danê êvarî ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer û hewan û obusan hatiye bombekirin. Herweha di 25'ê Tîrmehê de di navbera saet 14.00-19.00'an de li navçeya Şemzînanê li dijî Çiyayê Karker, Girê Konserve û Genîş ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer hatiye bombekirin.
3. Di 25'ê Tîrmehê de li navçeya Bazîda Agiriyê li nêzî Qereqola Sûlê di navbera gerîlayên me û leşkerên tevgera taybet ên derketine operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de 4 leşker hatiye kuştin.
4. Di 25'ê Tîrmehê de di navbera saet 23.00-24.00'an de li Herêmên Parastinê Medyayê Li Qeladizê li dijî Gundê Enzê û Geliyê Şehîdanê bi ser Qendîlê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer hatiye bombekirin. Di encama bombebaranê de şewata li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.
5. Di 25'ê Tîrmehê de li navenda Dersimê li dijî Geliyê Harçikê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan hatiye bombekirin. Di encama bombebaranê de şewata li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike. Herweha operasyona li vê herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.
6. Di 24'ê Tîrmehê de 2 leşkerên bi navê Habeş Emen û Yakûp Tunç ên li Qişleya Taşkisni ya Adapazariyê leşkerî dikirin fîrar kirine û tevlî nava refê gerîlayên me bûne.
7. Di daxuyaniya me ya doh de di encama pevçûn ê êrîşên hewayî yên li navçeya Gerdiya û Şemzînanê qewimî de me agahiya şahadeta 4 rêhevalên xwe eşkere kiribû.
Nasnameyên rêhevalên me yê gihîştine şahadetê:
Nasnav: Zozan Kobani Nav û paşnav: Zozan Abuk Navê dayik û bav: Xanim-Akil Cihê jidayikbûnê: Kobani |
Nasnav: Agît Kobani |
|
Nasnav: Sarîna Dicle Nav û Paşnav: Sînem Unver Navê dayik û bav: Sakine-Hasan Cihê jidayikbûnê: Şirnex
|
Nasnav: Kemal İhsan |
26 Tîrmeh 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê