Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 23’ê Tîrmehê de li navçeya Gevera Colemergê li dijî helîkoptereke skorskya ji qereqola Şitazin re alavên leşkerî vediguhezîne ji aliyê gerîlayên me ve hatiye lêdan û derbekirin. Helîkoptera derbe xwariye naçar maye ji herêmê dûr bikeve.
2. Di 23’ê Tîrmehê de di navbera naçveyên Şemzînan û Gevera Colemergê li dijî Çiyayê Çarçelayê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
3. Di 24’ê Tîrmehê de di saet 01.00’an de li navçeya Goleya Erdexanê li nêzî herêma Tîlkîdereyê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de gerîlayêkî me gihîştiye şahadetê:
Nasnamaye Hevalê me yê gihîştiye şahadetê:
Nasnav: Hejar Başkale |
4. Di 23’ê Tîrmehê de li Colemergê di navbera navçeya Şemzînanê û herêma Gerdiyayê li dijî gerîlayên me yê heta 24’ê Tîrmehê jî li vê herêmê kontrola rê û nasnameya dikirin ji aliyê artêşa dagirker a tirk ve operasyonek hatiye lidarxistin. Di saet 15.30’an de li dijî vê yekîneya dijmin ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya li nêzî girê Senala hate lidarxistin de 14 leşkerê dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kuştin. Di saet 17.00’an de jî li dijî yekîneyeke xwestiye were vê yekîneya di bin dorpêça gerîlayên me de maye rizgar bikin de ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 3 leşkerê dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kuştin. Pevçûnên li vê herêmê heta saet 19.30’an berdewam kir de 13 leşker hatin kuştin.
Di hemû pevçûn û çalakiyan de bi giştî 30 leşker hatine kuştin. Dijmin piştî tarî bikeve di saet 21.00’an de kuştî û birîndarê xwe bi helîkopterên skorskyan ji herêmê dûr xistiye.
Li herêmê di encama bi balefirên şer, helîkopterên kobrayan, bi hewan û obusan de bi dijwarî bombebaranê û di pevçûnan de 4 rêhevalên me gihîştiye şahadetê. Nasnameyên hevalên me yê gihîştiye şahadetê dema zelal bû wê were ragihandin.
5. Di 24’ê Tîrmehê de di navbera saet 12.00-19.30’an de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî Fermandariya Tûgayê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me nehatiye zelalkirin. Li heman herêman pevçûnên di navbera gerîlayên me û dijmin de hîn jî berdewam dikin.
6. Di 24'ê Tîrmehê de di saet 17.00'an de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî Tabûra Garê ji aliyê gerîlayên me yê YJA Starê çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê dijmin derdora cihê çalakiyê bi hewan û obusan bombebarankiriye.
7. Di 24'ê Tîrmehê di saet 12.00'an de li navçeya Gevera Colemergê li dijî karwaneke ji qereqola Şitazin re erzaq û alavan vediguhezîne ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya hatiye lidarxistin de hemû wesayitan derbe xwariye wesayitek jî hatiye rûxandin. Li vir hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyên me ve nehatiye zelalkirin.
Helîkoptereke skorskya artêşa dagirker a tirk a dixwest ji hewa bigihêje heman qereqolê ji aliyê gerîlayên me ve hatiye derbekirin. Helîkoptera derbe xwariye naçar maye ji herêmê dûr bikeve, di navbera Dêrişkê û Girê Remo de li hewa agir girtiye û rûxiyaye. Dijmin pişt re bi piştgiriya helîkopterên kobrayan bermahiyên helîkopterê ji herêmê dûr xistiye.
8. Di 24'ê Tîrmehê de di saet 21.40'an de li navçeya Gevera Colemergê di navbera gerîlayên me û leşkerên li dijî herêmên Bêsêvê, Veregoz, Reşkê, Milê Haciya derketibûn operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de hejhmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî pevçûnê dijmin li dijî heman herêman bi hewan û obusan bombebaran kiriye.
9. Di 22'ê Tîrmehê de li navçeya Gevera Colemergê li dijî herêma Şitaza operasyona ji aliyê artêşa dagirker a tirk ve hatibû destpêkirin di 24'ê Tîrmehê de danê êvarî bi piştgiriya helîkokpterên kobrayan ji paş ve vekişiyaye. Li dijî skorskyên dixwestin paş ve vekişin, ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de helîkoptereke skorskyê derbe xwariye û naçar maye ji herêmê dûr bikeve. Herweha leşkerên derketine operasyonê paş de vekişiyane. Hîn jî li herêmê hewldanên yekîneyên veşartî berdewam dike.
10. Di 24'ê Tîrmehê de di saet 14.00'an de li navçeya Qelqeliya Wanê li nêzî qereqola Axukê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de leşkerek dijmin hatiye kuştin.
11.Di 25'ê Tîrmehê de di saet 00.00'an de heta pîştî nîvro li Herêmên Parastinê yên Medyayê li Sîdeka li dijî Gundên Navreza, Nîrkola, Nehrê û Bêgirdê yên bi ser Xakurkêne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer hatiye bombekirin. Di encama vê êrîşê de rez, zevî û behçeyên gundiyan zirar dîtiye herweha gundî naçar mane dest ji cîh û warên xwe berdin.
25 Tîrmeh 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê