Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 28'ê Hezîranê de li navçeya Gogsiya Erziromê li dijî Gundên Heştrengê, Kalo, Golê û Radarê Karayaziyê ji aliyê artêşa dagirker operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê hîn jî bi rengî kemîn û keşfê ji aliyê yekîneyên veşartî tê meşandin berdewam dike.
2. Di 29'ê Hezîranê de di navbera saet 16.00-20.00'an de li navçeya Gevera Colemergê di dijî herêmên Şehîd Gafûr, Şehîd Karker, Şetanûs, Satê û Geperê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Di heman rojê de di navbera saet 19.00-21.00'an de li dijî heman herêmên bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
3. Di 29'ê Hezîranê de li navçeya Çelêya Colemergê li dijî Deriyê Bizina, Deriyê Aslan, Deriyê Matê, Dêranê, Deriyê Teng û Zozanê Camêr ê bi ser Cîlo ve ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
4. Di 29'ê Hezîranê de di navbera saet 14.00-18.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Kato Sûlê û Dola Bektorya ya bi ser Heftenînê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
5. Di 29'ê Hezîranê de di navbera Dersimê û navçeya wê Pulurê li nêzî Çemê Aksuyê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyeke rêbirîn û venêrîna nasnameyan hatiye lidarxistin. Li vir wesayita serokê berê yên AKP'ê Cîhan Açikgozê bi leşkeran re kar dike ji aliyê gerîlayên me ve hatiye rûxandin. Piştî çalakiyê li dijî herêmê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye destpêkirin herweha rê ji çûn û hatinê re nêzî 3 saetan hatiye girtin.
6. Di 28'ê Hezîranê de di saet 18.00'an de li navçeya Çelêya Colemergê li nêzî Qereqola Qarataşê di navbera gerîlayên me û leşkerên dijmin ên derketine operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de 2 leşker ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kuştin, leşkerek jî birîndar bûye. Di heman rojê ji danê êvarî heta 29'ê Hezîranê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî herêma pevçûnê bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
7. Di 12 Gulanê de Serokê Navçeya Pasûra Amedê Veysel Çelîk ê ji aliyê gerîlayên me ve hatibû binçavkirin, piştî lêpirsînên wî qediyan serbest hate berdan.
30 Hezîran 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê