Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 27'ê Hezîranê de di saet 12.00'an de li navçeya Çelêya Colemergê li nêzî Tabûra Serê Sêvê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de leşkerek hatiye kuştin, leşkerek jî birîndar bûye.
2. Di 28'ê Hezîranê de di saet 07.30'an de li navçeya Çelêya Colemergê li nêzî Alaya Bilîcanê di navbera gerîlayên me yê YJA Starê û leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketine operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de 2 leşker hatiye kuştin.
3. Di 28'ê Hezîranê de di navbera saet 10.00-15.00'an de li navçeya Qilabana Şirnexê li dijî herêma Deriyê Dawetiya ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
4. Di 29'ê Hezîranê de di saet 06.00'an de li navçeya Şemzînana Colemergê li nêzî qereqola Harûnadi navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de leşkerek hatiye kuştin.
5. Di 28'ê Hezîranê de di saet 02.10'an de li navçeya Bazîda Agiriyê li dijî xeta lûleyan a xwezayî ya di navbera gundên Mêzra û Mangeserê de derbas dibe ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Ji bo agir zeviyê gundiyan negire, nehatiye şewitandin lê zirareke mezin dîtiye.
29 Hezîran 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê