Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 29'ê Hezîranê de di navbera saet 20.00-21.00'an de di navbera navçeyên Nisêbîn û Midyada Mêrdînê ji aliyê gerîlayên me yê YJAStarê rê hatiye birîn û venêrîna nasnameyan hatiye kirin. Li vir nêzî 50 wesayitî hatiye rawestîn û ji gel re li ser çalakiya Rêheval Zîlan, tecrîda li ser Rêber APO û terora dewletê agahî hate dayîn.
2. Di 29'ê Hezîranê de di saet 22.30'an de li ser riya navçeya Xozata Dersimê li nêzî Gundê Arman ya bi ser Çîçekliyêye ji aliyê gerîlayên me ve li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derdiketin operasyonê çalakiyek hatiye lidarxisitin. Di encama çalakiyê de panzerek hatiye rûxandin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan herêm hatiye bombekirin û bi piştgiriya 2 helîkopterên skorskyan kuştî û birîndarê xwe ji herêmê dûr xistiye.
Di 30'ê Hezîranê de di saet 07.30'an de li dijî karwanê leşkerî yên ji bo teqwiyeyî operasyonê dihatin herêma opersayonê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyeke din hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de cemseyeke dijmin hatiye derbekirin. Piştî vê çalakiyê jî artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan herêm bi dijwarî bombebaran kiriye. Di heman rojê de di saet 11.30'an de li ser girê Arman li dijî yekîneyeeke dijmin ji aliyê gerîlayê me ve çalakiyeke din hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Operasyona li herêmê hîn jî bi rengê kemîn û keşfê ya ji aliyê yekîneyên veşartî tê meşandin berdewam dike, herweha şewata di encama bombebarana dijmin destpêkiriye hîn jî berdewam dike.
3. Di 30'ê Hezîranê di saet 16.00'an de li navçeya Çelêya Colemergê li nêzî qereqola Girê Ortê li dijî leşkerên dijmin ji aliyê gerîlayên me yê YJAStarê çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin leşkerek jî birîndar bûye.
4. Di 29'ê Hezîranê de liş navçeya Beyşebaba Şirnexê li nêzî Gundên Govaniş û Bilbesê ji aliyê artêşa dagirker a tirk opersayonek hatiye destpêkirin. Di 30'ê Hezîranê de danê sibê li nêzî herêma Mila Xankê cerdewanên ji aliyê artêşa dagirker a tirk dane pêş, pê li mayina artêşa tirk vedaye kiriye. Di encama teqîna mayinê de cerdewanek jiyana xwe ji dest daye, 4 cerdewan jî birîndar bûye.
Me weke hêzeke îmze avêtiye Peymana Mayina Dij-Personelî tu têkiliya me bi vê bûyerê çênabe, herweha ev bûyer ji bo gundiyê herêmê li dijî me were sorkirin ji aliyê dijmin ve hatiye lidarxistin. Cerdewan bi zanebûn bi ser mayinan ve ji aliyê dijmin ve dane meşandin.
5. Di 30'ê Hezîranê de di navbera saet 23.00-24.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li bajaroka Şeladizê li dijî herêma Kurê Jahroya bi ser Zapêye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
6. Di 1'ê Tîrmehê de di saet 06.00'an de li navçeya Gevera Colemergê li dijî Herêma Mele Emîn û Geliyê Şehîtlîkê yên bi ser Oremarê ve ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
1 Tîrmeh 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê