HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji gelê me û raya giştî re!

1. Di 19 Tebaxê de li hemberî heqareta li dijî peykerê Mahsum Korkmaz (Egîd) yê li Goristana Lice'ya Amedê Hatiye danin û êrîşa li hemberî gel di saetên duh ên êvarê de hin rêzeçalakiyên mîsîlemeyê li dar xistine.

- Di 20’ê Tebaxê (duh êvarî) saet 19.15’an de ji aliyê hêzên me yên gerîla li navçeya Karaz a Amedê ji sê aliyan ve çalakiyek li darxistine. Avahiya polîsan, lojmanên leşkerî, avahiya qeymeqamtiyê û çeper hedef hatine girtin. Di encama van çalakiyan de di avahiyan de zarar çêbûne, di nav wan de çepera çeka A-4, 2’yê polîsan, 3 jî yên leşkerî bi giştî 6 çeper hatine bêbandor kirin. Di encama çalakiyê de 9 leşker û polîs hatine kuştin. Dewleta Tirk mirî û birîndarên xwe sewqî Amedê kirine.

- Di 20’ê Tebaxê di navbera saet 11.00-12.00’an de li hemberî girê ewlekariyê yê girêdayî Qereqola Angul hêzên me yên gerîla çalakiyeke sûîqestê pêk anîne. Di encama vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.

- Di 20’ê Tebaxê saet nêzî 11.00’an hêzên me yên gerîla li hemberî Qereqola Korxê ya girêdayî navçeya Licê ya Amedê bi çeken giran ên ferdî çalakiyek li dar xistine. Di çalakiyê de hatiye dîtin ku 2 leşkerên artêşa Tirk hatine kuştin û 2 jî birîndar bûne.

2. Di saetên êvara 20'ê Tebaxê, yekîneyeke me ya li ser sînorê Îran-Tirkiyeyê bi wezîfeya xwe radibû, li herêma Amanyûrt a ser bi navçeya Wan Seravê ket kemîna hêzên artêşa Tirk. Di şerê ji ber gulereşandina hêzên artêşa Tirk 2 leşkerên Tirk hatin kuştin. Ji yekîneya me ya gerîla 2 Rêhevalên me ji gurupê qut bune.

3. Di 20’ê Tebaxê saet 08.45’an ji aliyê hêzên me yên gerîla li hemberî Qereqola Amutka ya li Elî Boxazi nû tê çêkirin çalakiyek hatiye lidarxistin. Di vê çalakiya hişyariyê ya li hember artêşa Tirk a pêwîstiyên pêvajoya çareseriyê nayne cih çalakiyek hatiye lidarxistin, hejmara kuştî û birîndarên dijmin zelal nebûye.

4. Ji aliyê hêzên artêşa Tirk ve li gor pêwîstiyên pêvajoya çareseriyê tevnagere li hemberî Herêmên Parastinê yên Medya û herêmên Bakur gerên keşfê yên bi balafirên şer û balafirên bêmirov pêk tîne, didome.

- Di 21’ê Tebaxê navbera saet 07.30 û 08.45’an balafirên şer ên aîdî artêşa Tirk li ser “eyaleta Zapê” ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya firiyane.

- Di 20’ê Tebaxê jî navbera saet 20.00 û 21.00’an de balafirên şer li ser “eyaleta Xakurkê” navbera saet 16.00 û 18.00’an û navbera saetên şevê 20.00 û 22.00’an de li ser herêma Zagros, saet 11.50’an li herêma Qendîl nizm firiyane.

- Wekî din 19-20’ê Tebaxê li hemberî Kato Marînos a girêdayî navçeya Şirnexê Bêşebabê ji aliyê artêşa Tirk ve bi balafirên bê mirov bi şêweyekî bênavber xebatên kefşê pêk hatine û balafirên şer jî nizm firiyane.

5. Di Şeva 18'ê Tebaxê saet di 01:00 de li bejahiya gundê Xelîlan ê ser bi bajarê Ûrmiyê yê li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Kurdistanê ye, komek ji hevalên me dema bi wezîfeya xwe radibû, ketiye kemîna hêzên artêşa Îranê. Di şerê li vir de hêza me ti windahî neda, lê der barê windahiyên artêşa Îranê de ti agahî nehatin bidestxistin. Li dû vî şerî, artêşa Îranê li herêmên Şehîdan û Dalampêrê derket operasyonê. Operasyon bê encam ji herêmê paşde vekişiye.

6. Di êvara 20'ê Tebaxê saet di navbera 20:00-21:00 de, artêşa Îranê hewl daye xwe berde nava yekîneyeka gerîlayên me. Hêzên me yên gerîla ku bi vê hewldanê hesiyan, di cih de dest li rewşê werdane û koma artêşa Îranê ji herêmê qewirandine

7. Di şeva 19'ê Tebaxê, li ser xeta sînorê navbera Îran û Tirkye komek çekdar a DAIŞ'ê xwest li gundê Qasûrke yê navçeya Ûrmiye Til Geverê a girêdayî herêm şehîdan propaganda bike. gundî li dijî vê komê derketine û li ser vê yekê di navbera gundiyan û koma çekdar de şer derketiye. Li dû şerê rû da, koma li ser navê DAIŞ'ê hat, neçar ma gund biterikîne.

21 Tebax 2014

Navenda çapemenî û Ragahandinê-HPG