HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 1’ê Mijdarê de di saet 08.00’an de li Navenda Dersimê li nêzî gundê Çalkiran ê li herêma Zerguitê li dijî leşkerê artêşa dagirker a tirk ê derketiye operasyonê ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.

 

2. Di 3’ê Mijdarê de di saet 13.00’an de li ser riya Bedlês – Êlihê li dijî karwaneke leşkerî ya artêşa dagirker a tirk ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê 10 leşkerê dijmin ji aliyê gerîla yê me ve hatin kuştin, gelek leşker jî birîndar bûye, herweha maşîneke reo û maşîneke akrep a bi zirx hatiye rûxandin 4 wesayit jî hatiye derbekirin.

3. Di 4’ê Mijdarê de di saet 18.00’an de li navçeya Dehê ya bi ser Sêrtê li nêzî gundê Bokaç di navbera gerîla yê me û leşkerê dijmin de pevçûnek hatiye jiyandin. Di derbarê encama vê çalakiyê de di rojên pêş de wê agahî ji raya giştî re bê dayin.

5 Mijdar 2011

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê