HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya giştî re!

1. Yekîneyên artêşa TC a dairker yên ser bi Qereqola Bezele ya navçeya Colemêrg Şemzînanê xwestine di navbera Tepê Sîvrî û Tepê Leylekê de rê çê bikin. Li dijî vî karê artêşa Tirk di 9'ê Hezîranê de hêzên me yên gerîla çalakiyeke hişyariyê lidar xistine. Piştî çalakiyê artêşa TC a dagirker giranî da tevgerê û saet di navbera 11:30 û 12:45'ande herêmên Tepê Sor, Tepê Şehîd Suleyman, Dola Xanima, Erdewe û Ava Basya bi obus û hawanan bombebaran kiriye. di encama vê bombebarana artêşa Tirk de li qadê şewat derketiye û şewat hînê dewam dike. Di heman rojê de saet di navbera 16:00 û 17:30 de tevgera balafirên şer ên artêşa Tirk li ser herêmê hatiye jiyîn.

2. Di 10'ê Hezîranê de balafirên keşfê yên artêşa Tirk a dagirker, li ser herêma Zagros a Herêmên me yên Parastina Medyayê saet di navbera 05:00 û 10:00 de keşif kirine. Di heman rojê saet di navbera 15:00 û 16:00 de balafirên şer li ser heman herêmê firiyane. Di 10'ê Hezîranê saet di navbera 17:20 û 17:30 de balafirên şer ên artêşa TC a dagirker, li ser herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê firiyane. Wekî din di heman rojê de ji saet 19:00 heta nîvê şevê saet 00:00 balafirên keşfê li ser herêma me ya Zapê geriyane. Dîsa di 10'ê Hezîranê de li ser herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, tevgera balafirên keşfê ya bê mirov ji danê nîvro heta saet 22:00 geriyane.

3. Di van rojên dawî de artêşa Tirk a dagirker li navçeya Qers Qaqizmanê bi hejmareke zêde leşkerên yekîneyên komando veguhastina leşkerî kiriye.

11 Gulan 2014

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê