HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya giştî re!

1. Ji 18'ê Hezîranê û vir ve balafirên keşfê yên artêşa TC a dagirker li ser xeta sînor a navbera navçeya Colemêrg Şemzînanê û Hêrêmên me yên Parastina Medyayê digerin. Wekî din li xeta sînor a Şemzînanê leşkerên Qereqola Bezoke, agir berdidin eraziyê û şewata li herêmê hînê dewam dike.

2. Ji 14'ê Hezîranê û vir ve balafirên keşfê yên artêşa TC a dagirker, li ser herêma me Zagros a Herêmên Parastinê yên Medyayê keşfê dikin. Bi van keşfên zêde re, tevgera balafirên şer jî tê jiyîn.

Her weha artêşa Tirk a dagirker di 15'ê Hezîranê de li qada Sêmalka ya sînor a navçeya Colemêrg Şemzînanê derketiye operasyonê û ev operasyon bi veguhastina leşker û lojîstîkî dewam dike.

3. Di roja 19'ê Hezîranê de saet di navbera 20:30 û 23:30 de balafirên keşfê yên artêşa TC a dagirker li ser Herêma me ya Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê geriyane. Her wiha di heman rojê saet di 09:00 de li heman herêmê tevgera balafirên şer hatine jiyîn. Tevgera balafirên keşfê yên artêşa TC a dagirker di navbera 18'ê Hezîranê saet 19:30 û 19'ê Hezîranê saet 04:00 de li Herêma me ya Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bi berfirehî hatiye dewam kirin.

4. Di roja 18'ê Hezîranê de yekîneyên ser bi artêşa TC a dagirker li herêmên Çayira Ferhat, Geliyê Pergîn û Bagrîn ên navçeya Dêrsim Pulumurê kemîn danîne. Her wiha di 19'ê Hezîranê saet di navbera 13:00 û 15:00 de helîkopterên bi tîpa kobra yên artêşa TC a dagirker li başûrê Mûşê firiyane.

20 Hezîran 2014

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê