ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di roja 17'ê Hezîranê de saet di navbera 03:30 û 04:00 de artêşa Tirk a dagirker bi çekên A-4 û doçka gule li Tepe Sor ê yê dikeve li ser xeta sînor a Herêmên Parastinê yên Medya û navçeya Çelê ya Colmêrgê hatiye reşandin. ji roja 18'ê Hezîranê saet di 19:00 û heta roja 19'ê Hezîranê saet di 05:00'an balafirên keşfê yên bê mirov ên artêşa Tirk a dagirker li ser herêma Zagrosê geriyane. balafirên keşfê şeva 19'ê Hezîranê saet di navbera 21:00 û 01:00 de bi giranî li ser Zapê geriyane.
2. Di roja 17'ê Hezîranê de tevgera balafirên keşfê yên artêşa TC a dagirker li herêma Cûdî ya Şirnexê daye destpêkirin heta niha bênavber dewam dike. Her wiha di roja 18'ê Hezîranê saet di navbera 16:00 û 17:00 de balafirên şer ên artêşa TC a dagirker li ser heman herêmê geriyane.
19 Hezîran 2014
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê