ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di roja 22’ê Hezîranê de saet di navbera 11.30 û 14.30’an de artêşa TC a dagirker bi balafirên bê mirov li Qadên Parastina Medya li herêma Avaşîn keşf kiriye. her wiha di heman rojê di navbera saet 11.00 û 12.00’an de jî li herêm Zapê tevgera balafiran keşfê hatiye kirin.
2. Di roja 21’ê Hezîranê de saet di navbera 08.00 û 12.00’an de artêşa TC a dagirker bi balafirên bê mirov li navçeya Kozluk û Sasonê ya Êlihê û Pasûr a Amedê keşf hatiye kirin. Dîsa di roja 22’ê Hezîranê de li navçeya Kizilagaç ya Erziromê jî gerên zêde yên balfirên keşf hatiye kirin.
3. Di roja 22’ê Hezîranê de artêşa TC a dagirker girêdayî navçeya Xozat a Dêrsîmê li herêma Çet girên Kizil Mezra û Nergiz bi helîkopterên skorskî bi îndîrmeya operasyon daye destpêkirin. Operasyona li van herêman hîna berdewam dikê.
23 Hezîran 2014
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê