HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Jî çapemenî û raya gîştî re!

Gerîlayen me di  27’ê Tebaxê li navçeya Nazmiye ya Dêrsimê li hember Midûriyeta Polîsan, Qeymeqamtî, Avahiya Hikûmetê, Lojmanên Polîsan, Tabûra Komando ya Navçeyê û îstasyoneke bazê çalakiyeke berfireh li dar xistin. Di çalakiyê de 16 polîs hatin kuştin û 3 polîs jî birîndar bûn.  

Gerîlayen me di  17’ê Tebaxê li hemberî hêzên emniyetê yên li navçeya Nazmiye ya Dêrsimê çalakiyeke berfireh pêk anîn.

Sibehê saet 06.00'an Midûriyeta Polîsan, Qeymeqamtî, Avahiya Hikûmetê, lojmanên polîsan, Tabûra Komando ya Navçeyê û îstasyoneke bazê hedef hate girtin.

Di çalakiya ji du baskan ve li hember midûriyeta polîsan pêk hat, ji wesayîtên zirxî 3 akrep, kobrayek, panzerek û Dag Geyîgî bi çekên B-7 ên roketavêj hedef  girtin. Ji van wesayîtan kobrayek, panzerek, akrebek bi temamî hatin îmhakirin, wesayîtên din jî hatin derbkirin û bêbandorkirin.

Her wiha wesayîtên sivîl ên li ber avahiya midûriyeta polîsan jî hedef hatin girtin. tîma tolhildanê ya Şehîd Gabar a baskê yekemîn, bi awayekî bi bandor li polîsên di avahiyê  û baxçe de xistin. Hevalê me yê fermandarê tîmê çûye ser cenazeyê polîsan û çekek rakir. Bi bombeyên destan ku çeperên li avahiya emniyetê hedef hatin girtin, 5 polîs hatin kuştin. Di dema çalakiyê de fermandarê tîmê hevalê me Firat şehîd ket. Di dewama çalakiyê de 3 polîsên di avahiyê de hedef hatin girtin û hatin kuştin. Qata yekemîn a emniyetê bi roketên B-7 hedef hate girtin, li avahiya emniyetê bi temamî şewat derket. Polîsên li qadên din ên emniyetê jî hedef hatin girtin, lê mirî û birîndar nehatin zelalkirin.

 Baskê duyemin Tîma Tolhildanê ya Şehîd Rojhat Maku, avahiya midûriyeta polîsan ji cihekî din ve hedef girt, bi zelalî 4 polîs kuştin. Hevala me Destan bi bombeyên destan çû ser mewziyeke MG-3 têde û tîmen taybet ê li vir bi cih bûne li gel mewziyê tine kir. Di van êrîşan de hevala Destan birîndar bû û bi êrîşeke fedayî bi qehremanî şehît ket. Gerîlayên me yên vî baskî bi çekên giran û ferdî li Avahiya Hikûmetê, Tabûra Komando ya Navçê û Lojmanên Polîsan xistin. 3 tîmên taybet ên li pêşiya Qeymeqamtiyê hatin hedef girtin yek mir, 2 jî birîndar bûn.

Hêzên me li hemberî îstasyona bazê çalakiyeke teqemeniyê pêk anîn û ev der îmha kirin.

Di çalakiya berfireh pêk hat de bi zelalî 16 polîs mirin, 3 jî birîndar bûn.

2 GERÎLAYEN ME  ŞEHÎT KETİN

Di vê çalakiyê de hevalên me Firat û Destan roleke diyarker û serketî lîstine. Bi serketî encamgirtina vê çalakiyê de bi pêngavê lezgîn û ruhekî fedayî hevalên me Firat û Destan bûne mînakên mezin ên qehremantiyê.

ÇALAKÎ JI BO BÎRANÎNA HEVALEN ME CİHAN Û EKÎN WAN

Artêşa Tirk mirî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky rakir û piştî çalakiyê ketin û derketina navçê qedexe kir. Helîkopteran derdora qada çalakiyê  rasterast gulebaran kirin. Ev çalakî ji bo hevalên Ekîn Wan, Cîhan û di pêvajoya dawî de li hemberî êrîşên komkujiyê yên li ser gel û bi bîranina welatparêzên hatine qetilkirin hat pêkanîn.

 Di 29’ê Tebaxê de saet navbera 05.00- 09.00 li Geliyê Mûnzûrê artêşa TC keşfên zêde kirin. Heman rojê saet navbera 06.00- 07.00 de tevgereke zêde ya helîkopterên Kobrayê li ser gundên Petîk, Gafat û Bengî çêbû.

Di 29’ê Tebaxê de saet 17.00’an de artêşa TC rêya Erzîngan û Dêrsimê girt.

Di 29’ê Tebaxê de saet 00.00’an rêya Dêrsim- Erzînganê ji aliyê gêrilayen me  ve hat kontrolkirin û di vê demê de wesayîteke çawîşê pispor hate derbkirin. Erkdarê di  wesayîtê de wesayît berda û reviya. 2 kompîter û gelek belgeyên di vir de hat desteserkirin.

Ji 17’ê Tebaxê û vir ve rêyên Erzîngan-Dêrsim û Pulûr-Dêrsim di bin kontrola gerîlayen me de ne.

Nasnameyen Gerîlayên me en Şehît Ketine Wihaye:

destan sidika_small

 

 

 

Nasnav: Destan Rustem
Nav û Paşnav: Sidika Yildiz
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê dayik-bav: Dîlber - Pîro
Dîrok û cihê şehadetê: 27’ê Tebaxa 2015 / Dêrsim

 

 

 

firat tolga_small

 

 

 

Nasnav: Firat Şiyar
Nav-Paşnav: Tolga Ozdenk
Cihê jidayikbûnê: Dêrsim
Navê dayik-bav: Makbûle - Huseyin
Dîrok û cihê şehadetê: 27’ê Tebaxa 2015 / Dêrsim



30 Tebax 2015
Navenda Çapemenî û Rgihandina HPG