HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 22'ê Tîrmehê de di saet 14.00'an de li navçeya Dara Hênê ya Çewlikê wesayiteke bi goman a ji qereqola Bawanê derdiket ji aliyê gerîlayên me ve xwestiye were rawestandin, 2 kesên di nava wesayitê de gulebaran kiriye. Piştî pevçûneke demkurt 2 kesê di nava wesayitê de reviyaye, wesayita wan jî bi şewitandinê hatiyê rûxandin.

2. Di 23'ê Tîrmehê de di saet 09.00'an de li navçeya Dara Hênê ya Çewlikê kemyoneke erzaq û alavên leşkerî ji qereqola Bawanê re dibir ji aliyê gerîlayên me ve bi şewitandinê hatiye rûxandin.

3. Di 23'ê Tîrmehê de di saet 19.00'an de li navçeya Dara Hênê ya Çewlikê li nêzî qereqola Hegasorê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de leşkerek hatiye kuştin.

4. Di 23'ê Tîrmehê de di navbera saet 11.00-14.00'an de li Colemergê li ser riya navçeya Şemzînanê û herêma Gerdiyayê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Di 150 wesayitên hatiye rawestîn de nasname hatine kontrolkirin û ji gel re di derbarê pêvajoyê de agahî hatiye dayîn. Artêşa dagirker a tirk xwestiye bi 3 helîkopterên kobrayan mudaxeleyî cihê bûyerê bike lê di encama bersivdayina gerîlayên me de helîkoptereke kobra derbe xwariye û her 3 kobra naçar mane paş de vekişin.

Li ser heman riyê nîzamiyeya di saet 14.00'an de li ser vê riyê hatiye dayîn bi kontrolkirina rê û nasnameyan berdewam dike.

5. Di 23'ê Tîrmehê de di navbera saet 16.00-22.00'an de li Herêmên Parastinê y ên Medyayê li dijî rêzeçiyayên Karker, Qebra Zahir ên bi ser Xakurkêne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

6. Di 23'ê Tîrmehê de di navbera saet 12.00-13.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li bajarokê Şeladizê li dijî herêma Çiyareşa Zapê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin. Di encama vê bombebaranê de şewata li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam kiriye.

7. Di 24'ê Tîrmeh3e de di navbera saet 02.00-04.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li Zaxoyê li dijî Kato Sûlê, Dola Bektorya, Dola Kuliya û Neqeba PKK'ê yên bi ser Heftenînê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

24 Tîrmeh 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê