HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 29’ê pûşperê de saet li derdora 16.30’an de ji hêla hêzên gerîlayên me ve li derdora Taşoluka ya navçeya Bahçeya Osmaniyeyê li hember trêneke bar çalakiyek hatiye lidarxistin. Di çalakiyê de trêna bar beşek texrîp bûye û ji rayên trênê jî qut bûne.

 

2. Di 30’yê pûşperê de saet di navbera 19.30-20.30’an de li Qadên Parastina Medya li dijî gundê Sernê û qada Çiyareşê ku girêdayî Zapê ne, Artêşa TC’ê êrîşeke bi hawan û obûsan li dar xistiye.

1 Tîrmeh 2010

Navenda Ragihandin-Çapemenî ya HPG