Ji çapemenî û raya giştî re!
1. roja 8 Mijdarê demjimêrên nîvro li herêmên Cudalê, Şîlo û Sikiniyê girêdayî Şengalê çeteyên Daiş ketine hewildana operasyonê. Gêrîllayên me li hember vê hewildana operasyonê di heman demê de bi çekên takesî û giran bersiv dayîne. Di van pevçûnên ku derketine de bi giştî 8 çeteyên Daiş hatine kuştin û 3 çete ji birîndar bune. Li ser vê çendê çete ji vê herêmê paşde vegeriyane.
2. 2 rojên dawî artêşa dagirker a Tirk li herêma Şehîd Rahîme ya li ser xeta sînorê Colemêrg Gever bi balefirên bê mirov tevgerên keşfê yên berfireh pêkanîne. Herwiha hatiye çavdêr kirin ku balefirên keşfê bi balonan hinek cîhaz avêtine herêmê. Ev tevgerên keşfê li Herêmên Parastinê Yên Medya bi berfirehbûnê berdewam dikin. Li gorî vê;
- roja 8 Mijdarê di navbera demjimêrên 04:30 û 12:00 an de balefirê artêşa Tirk li herêma Avaşîn tevgerên keşfê yên berfireh pêkanîne. herwiha 3 rojên dawî li herêma ser xeta sînorê Heftenîn balefirên keşfê yên artêşa dagirker a Tirk tevgerên keşfê yên berfireh pêkanîye.
3. Roja 7 Mijdar demjimêr 14:30 û 8 Mijdar demjimêr 12:00 an de artêşa dagirker a Tirk li herêma girê Meymûna ya li ser xeta sînorê Şirnex Qilabanê bi armanca leşkerî hewildanên çêkirina rê berdewam dike. Li ser vê çendê gêrîllayên me bi çekên takesî û giran bersiv dayîne. Li ser vê çendê;
- ji girên Meymûna û Çete yên girêdayî artêşa Tirk ; roja 7 mijdarê di navbera demjimêr 14:30 û 16:00 herêmên Şehîd Kendal, Şehîd Welat û Şehîd Rênas, roja 8 Mijdarê di navbera demjimêrên 12:00 û 14:00 an de herêm bi tevahî topbaran kirine. Herwiha 4 rojên dawîne artêşa dagirker a Tirk bi Obus û Hewanan herêmên Dola Kuliya, Dola Sûlê, Avtenga PKK, Girê Şehîd Denîz û Girê Hestiya bi navber navber topbaran kirine. Li hember vê gêrîllayên me cih cih bi çekên giran di bersivdayînê dene.
9 Mijdar 2014
Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG