HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya giştî re!

1. 22’ê Îlonê saet 13.00’an hêzên me yên gerîla li gundê Gabarê yê Şengalê du çalakiyên sûîqestê pêk anîne. Li vir 2 çeteyên DAIŞ hatine kuştin.

2. Di 22’ê Îlone saet ji 20.00’an heta 00.30 balafirên bêmirov ên aîdî artêşa Tirk a dagirker li herêma Xakûrkê ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya keşf pêk anîne. Di 23’ê Îlone saet ji 07:30’î heta niha jî balafirên bêmirov li ser heman herêmê bi armanca keşfê bi awayekî zêde geriyane. Her weha balafirên bêmirov ên aîdî artêşa Tirk a dagirker li ser herêma Zap û Garê jî ji saet 10.00’an heta niha bi awayekî navberên diyar balafirên keşfê digerin.

- 23 Îlonê jî saet di navbera 00:00 û 01:00’ de balafirên şer ên aîdî artêşa Tirk a dagirker balafirên şer li ser herêma Zapê ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya geriyane.

3. Berî niha li dijî înşaeta qereqola Korxê ya li navçeya Licê ya Amedê tê çêkirin ji aliyê gerîlayên meve çalakiyên hişyariyê hatine li dar xistine. Lê artêşa Tirk a dagirker çêkirina vê qerqolê berdewam kirin. Di 22’ê Îlonê de saet 14.30’î li dijî Qereqolê bi çekên giran û sûîqestê çalakiyeke hişyariyêhatiye li dar xistine. Piştî çalakiya gerîlayên me artêşa Tirk bi awayekî bêserûber bi obus û hewanan derdor bombardûman kirine.

- Di 22’ê Îlonê saet 09.00 artêşa Tirk a dagirker li bejahiya gundên Xizrekon û Êzda yên girêdayî Tetwana Bedlîsê operasyonek daye destpêkirin. Operasyon saet 16.00’an bê encam vekişiyaye.

23 Îlon 2014

Navenda Çapemenî û Ragahandina-HPG