HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Dû rojên dawî ne artêşa dagirker a Tirk li herêma Sûmbûl a girêdayî navçeya Colemêrg Geverê bi balefirên bê mirov tevgerên keşfê pêkaniye. Herwiha firên keşfê li Herêmên Parastinê Yên Medya bi berfirehbûnê berdewam dikin. Li gorî vê;

- Roja 9 Mijdarê demjimêr 18:00 û 10 Mijdar (îro) demjimêr 06:40 li ser herêma Zapê tevgerên keşfê yên berfireh encam daye.

2. Roja 8 Mijdar 14:00 û 19:00 an de girê parastinê yê qereqola Bîlîcan a li nêzî sînorê herêma Zapê, herêma Talîsa û derdorê wê, tepê Awareş tepê Şehîd Karwan û Boxaza Erbîş bi topên Hewan û Tankan topbaran kirine. Herwiha balfirên keşfê yên artêşa dagirker a Tirk li ser herêma hatî topbaran kirin; roja 8 Mijdarê demjimêr 19:00 an heya roja 9 Mijdarê demjimêr 03:30 an tevgerên berfireh yên keşfê pêkanîne.

3. Roja 10 Mijdar demjimêr 09:00 an de bi armanca leşkerî xebatên rêya Girê Meymûna û derdorê wê cardin destpê kiriye.

4. Sê rojên dawîne li gudên Berniştê û Tizyan yên girêdayî navçeya Mêrdîn Sitewrê tevgera berfireh ya artêşa dagirker a Tirk hatiye çavdêr kirin. Artêşa Tirk li van gundan li ser malen gelde digre. Herwiha cerdevanên gundê Berniştê ji tevli van operasyonan ji bune.

10 Mijdar 2014

Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG