Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Roja 10 Mijdar demjimêr 14:30 û 11 Mijdar ( îro) di demjimêr 06:00 an de ji Herêmên Parastinê Yên Medya li herêma me Heftenîn balefirên keşfê yên artêşa dagirker a Tirk tevgerên keşfê pêkanîne. Di heman demê de roja 11 Mijdar (îro) demjimêr 07:30 an heyanî vê demê ji tevgerê keşfê yên berfireh berdewam dikin.
2. Roja 10 Mijdar di navbera demjimêrên 15:00 û 15:20 an de artêşa Tirk li herêmên xeta sînor a herêma Heftenîn yên weke Şehîd Kendal, Deryê Dawetiyê, Kato Silo, Quranîş û Şehîd Rênas bi Tang û Hewanan topbaran pêkanîne. Cardin 11 Mijdar (îro) demjimêr 05:30 an de herêma Şehîd Kendal bi Tangan hatiye topbaran kirin. Li hember van êrîşan gêrîllayên me di heman demê de bersiv dayine. Herwiha xebatên rê çêkirinê yên girê Meymûna û derdorê wê ku li ser xeta sînor ya Heftenîn hatiye rawestandin.
3. Roja 10 Mijdar di navbera demjimêrên 19:00 û 23:30 an de balefirên bê mirov yên keşfê artêşa dagirker a Tirk ji Herêmên Parastinê Yên Medya li ser herêma Zap tevgerên keşfê pêkaniye. Piştî demjimêr 23:30 tevgerên keşfê heyanî beyaniya roja 11 mijdar navber navber berdewam kiriye.
4. Roja 10 Mijdar timek ya Kontra li navçeya Agirî Bazîdê cilên gêrîllayên me li xwe dikin û gefan li gel dikin.
5. Di pevçûna roja 8 Mijdar ya li herêma Şîlo ya girêdayî Şengal rûdayî de şervanê YBŞ Bapîr Navê Kod Xwêdêda Berkat bi berxwedana qehremanî nîşandayî tevlî karwanên Şehîdan bûye.
11 Mijdar 2014
Navenda Çapemenî û Ragihandina-HPG