Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 11’ê Cotmehê de di saet 17.00’an de li navçeya Şemzînanê ya bi ser Colemergê li dijî girê qereqola Helenayê ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 1 jê rayedar 2 leşkerên dijmin ji aliyê gerîla yê me ve hatiye kuştin.
2. Di 11’ê Cotmehê de di navbera saet 07.00-08.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Arê û rêzeçiyayê Karker ku bi ser Xakurkê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
3. Di 11’ê Cotmehê de him bi roj him jî bi şev bi navber li Herêmên Parastina Medya li dijî Dola Bênavê, Şehîd Berîvan û Şîva Mêzê ya bi ser Heftenînê ji aliyê artêşa dagirker a tirk êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
4. Di 11’ê Cotmehê de di navbera saet 21.00-23.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Gundê Keşan û derdora wê ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama êrîşê de zeviyên gundiyan zirar dîtiye.
5. Di 10’ê Cotmehê de di saet 21.15’an de li navçeya Hezro yê ya bi ser Amedê ye li dijî Muduriyeta Ewlehiyê û Tabûra Leşkerî ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya veguheriye pevçûnê û nêzî 20 deqeyan berdewam kirî de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî pevçûnê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan li dijî herêmê bi qasî saetekê hatiye bombebarankirin. Di 11’ê Cotmehê de li dijî Dêrcan, Kubik û derdora Hezoyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyona li herêmê di heman rojê de bêencam paş de vekişiyaye.
6. Di 9’ê Cotmehê de di saet 21.10’an de li navçeya Dara Hênê ya bi ser Çewlikê li dijî herêmên Akdag, Ayi Ormani, Hejanê, Keltepe û Bûzdolabiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan bi qasî 2 saetan hatiye bombebarankirin. Di 10’ê Cotmehê de li dijî Keltepe, Ayi Ormani, navserên Hejanê, Heştbera bi çûk û mezin bi daxistinan ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi pêşengtiya cerdewanana opersayonek hatiye destpêkirin. Di heman rojê de li dijî leşkerên derketine operaysonê ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Operasyon di heman rojê di saet 14.00’an de bêencam paş de vekişiyaye.
7. Dİ 10’ê Cotmehê de 21.15’an de li navçeya Çemîşgezek a bi ser Dersimê ye li dijî Muduriyeta Ewlehiyê, Qeymeqamî û Lojmanên Polîsan ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya veguheriye pevçûnê û bi qasî saeetekê berdewam kirî de li avahiyan şewat derketiye, çepera Muduriyeta Ewlehiya ya 4 tîmên taybet lê nobedar bûn ji aliyê gerîla yê me hatiye rûxandin, 4 tîmên taybet jî hatiye kuştin. Piştî çalakiyan ceryana li herêmê tê birîn û dijmin kuştî û birîndarê xwe radike Elezîzê. Herweha di saet 24.00’an de li dijî leşkerên qereqla Akyurek a xwestine li pêşiya gerîla yê me bigirin, ji aliyê gerîla yê me yê YJA-Star’ê li dijî leşkerên dijmin kemîn hatiye avêtin. Di encama çalakiya gerîla yê me yê YJA-Starê 8 leşkerên dijmin hatiye kuştin.
12 Cotmeh 2011
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê