HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 12’ê Cotmehê de di navbera saet 22.00-23.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Zinarê Kêstê, Kanî Guzê û herêma Qaşûra ku girêdayî Metîna ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşek hewayî hatiye lidarxistin. Di encama êrîşê de rez, zevî û kewarên mêşan ê gundiyan zirar dîtiye.

 

2. Di 12’ê Cotmehê de di saet 08.00’an de li navçeya Şirnxê Qilabanê li dijî girê Kendal ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de leşkereke dijmin ji aliyê gerîla yê me ve hatiye kuştin, leşkerek jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê dijmin derdora xwe bê ser û ber gulebaran dike û operasyoneke demkurt dide destpêkirin.

3. Di 12’ê Cotmehê de piştî çalakiya li navçeya Qilebanê hatiye lidarxistin ji ailyê artêşa dagirker a tirk li Herêmên Parastina Medya li dijî Girê Nêriya, Girê Sîpan, Gundê Heftenîn, Kuruağaç, Şehîd Rênas, Şehîd Ayhan û nuqteya Uçaxê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.

4. Dİ 11’ê Cotmehê de li herêma Mawa ya girêayî Êlihê ye li dijî herêmê Sîra, Xirbeka, Bizinka û sêgoşeya Bêlatê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye destpêkirin. Di heman rojê de di saet 14.00’an de di navbera gerîla yê me û leşkerên dijmin de pevçûnek qewimiye di encama pevçûnê d e 2 leşkerên dijmin ji aliyê gerîla yê me ve hatiye kuştin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.

5. Di 7’ê Cotmehê de di saet 00.30’an de li navçeya Agirî Tutaxê li dijî Muduriyeta Ewlehiyê ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxisitin. Di encama çalakiyê de kozika nobedariyê hatiye rûxandin lê hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Di heman rojê de ji aliyê artêşa dagirker a tirkli dijî çiyayê Kortevî, û quntarên Eledaxê bi rengê kemînan operasyonekê dide destpêkirin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.

6. Ji 3’ê Cotmehê û vir ve li navçeya Agiriyê Bazidê li dijî herêmên Ortilê, Sarnê, Celalê û Turkmenan kul i quntarên çiyayê Agirîne ji aliyê artêşa dagirker a tirk ji aliyê yekîneyên bi tevger bi rengê kemînan operaysonek hatiye destpêkirin. Operasyona li herêmên hîn jî berdewam dike.

13 Cotmeh 2011

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê