Basına ve Kamuoyuna!
1. Di 11’ê Cotmehê de (îroj) di navbera saet 02.00-03.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Tepê Tankê ya bi ser Metîna ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Di encama êrîşê de şewata li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.
2. Ji 10’ê Cotmehê saet 19.00’an heta 11’ê Cotmehê (îroj) saet 02.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Girên Yekmalê û SÎnek ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bêser û ber hatiye gulebarankirin, herweha êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
3. Di 10’ê Cotmehê de li dijî navçeyên Pulur, Xozat û herêma Alîbogazi ya bi ser Dersimê ve ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.
4. Ji 8’ê Cotmeh û vir ve li Dersimê li dijî herêma Dêmanan ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi rengê kemîn û keşfê ji aliyê yekîneyên veşartî operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.
5. Di 9’ê Cotmehê de li navçeya Pilumurê ya bi ser Dersimê li dijî herêmên Zagê û Ûzûntarla ji aliyê artêşa dagirkre a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona di 10’ê Cotmehê ber bi Hingirvanê berfireh bûye hîn jî berdewam dike.
6. Di 10’ê Cotmehê de di navbera saet 09.00-19.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî herêmên Dola Kuliya, Gundê Nizorê, Neqeba Hestiya, Kato Sûlê û geliyê wê ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama êrîşê de rez û zeviyên gundiyan zirar dîtiye
7. Di 11’ê Cotmehê de di navbera saet 02.00-03.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Gundê Sernê ku bi ser Zapê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
8. Di 10’ê Cotmehê de di saet 10.35’an de li navçeya Qelqeliyê ya bi ser Wanê ye li di navbera qereqolên Koçkiran û Cilê li dijî maşîneke 6 leşker tê de û cepxane dikişand ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 6 leşker ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin, cepxanê di maşînê de teqiyaye û maşîn jî ruxiyaye. Piştî çalakiyê di navbera artêşa dagirker û gerîla yê me de pevçûnek kurt derketiye, pişt re bi helîkopterên kobrayan li dijî herêmê topbaran kiriye. Piştî topbaranê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî herêmê operasyoneke heta êvarî berdewam kiriye hate destpêkirin.
9. Operasyona di 5’ê Cotmehê de li Colemergê li dijî Kato Marînos û Geliyê Marînos destpêkirî de; ji 5’ê Cotmehê heta 7’ê Cotmehê him bi roj him jî bi şev ji aliyê artêşa dagirker a tirk êrîşen hewayî hatiye lidarxistin. Di 6 û 7’ê Cotmehê de dijmin xwestiye ji Deriyê Berana û Mezra Marînos bikeve Katoyan, li van herêman pevçûnên dijwar diqewime. Herweha artêşa dagirker a tirk ji 5’ê Cotmehê heta 10’ê Cotmehê bênavber herêmê bi helîkopterên kobrayan bombebaran dike. Dİ encama pevçûnên hatiye jiyandin û êrîşên 5 rojan de 6 leşkerê dijmin ji aliyê gerîla yê me ve hatiye kuştin, helîkopterek skorskyan hatiye derbekirin. Herweha gerîla ya me bi navê Zozan – Rabia Kaya di encama êrîşa hewayî de gihîştiye şahadetê.
Nasnav: Zozan Tolhildan |
10. Di 9’ê Cotmehê de di saet 18.00’an de li Şirnexê li dijî şantiya Fevzî Şahîn ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Beriya niha jî ji ber nerazîbûnên gel hişyarî hatibû kirin lê ji ber hevkariya bi dewletê berdewam kiriye 2 kemyon û wesayiteke li şantiyê ji aliyêg gerîla yê me ve hatiye şewitandin.
11 Cotmeh 2011
Navenda Ragihandin-Çapemenî ya HPG’ê