HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 13’ê Tebaxê de di saet 19.30’an de li navçeya Bêşebaba Şirnexê li herêma Çemanê li dijî yekîneyeke konvoyên leşkerî ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Pîştî derbasbûna cerdewanên yekîneyeke leşkeran an ji 25 kesan pêk dihat hatiye hedef girtin. Di encama vê çalakiyê de 11 leşkerê dijmin ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin. Herweha ji ser van leşkeran 3 çekên HK-33 (melez) û yek lazerek ji aliyê gerîla yê me hatiye desteserkirin.

2. Di 13’ê Tebaxê de di saet 17.00’an de li navçeya Şemzînanê ya Colemergê di navbera Girên Bêsosin û Silort ji aliyê gerîla yê me venêrîna rê û nasnameyan hatiye kirin.

3. Di 13’ê Tebaxê de di saet 08.30’an de li ser riya Şirnex û navçeya Qilabanê di navbera gundên Gundik û Biryan de li dijî yekîneyeke dijmin çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya hatiye lidarxistin de 2 leşker ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin.

4. Di 13’ê Tebaxê de li dijî tevahiya Mûşê ji aliyê Artêşa TC’ê bi piştgiriya helîkopterên kobrayan operayonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.

5. Dİ 12’ê Tebaxê de li navçeya Qisle ya bi ser Dersimê li dijî herêmên Deşt û Ramazanli ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye lidarxistin. Di 13’ê Tebaxê de di navbera gerîla yê me leşkerê dijmin ên derketibûn operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de 4 leşkerê dijmin ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin. Pîştî pevçûnê ji aliyê Artêşa TC’ê bi helîkopterên kobra herêm hatiye bombebarankirin.

6. Di 12’ê Tebaxê de li navçeya Bêşebaba Şirnexê li dijî leşkerên li Girê Geperê bûn ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de leşkerek ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin.

14 Tebax 2011

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê