Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 2’ê Cotmehê de li navçeya Pazarcixê ya bi ser Mereşê li bajorêkê Narliyê li dijî gerîla yê me ku diçin wezîfeyekê, li ser wan komplo te gerandin û dikevin kemîna dijmin. Di encama kemîna vediguhere pevçûnê de gerîla yê me Rojhat – Sadiq Kaya bi lehengî li berxwe dide û digihêje şahadetê.
2. Di 1’ê Cotmehê de li navçêyên Mahsertê û Nisêbînê yên bi ser Mêrdînê ne li dijî derdorê gundên Sitilîlê, Xirbêqeblo, Herbê, Golê û Cinatê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi daxistinan operaysonek hatiye lidarxistin. Ji heman rojê û vir ve li dijî gundên Cinatê, Yestê, Xirêp, Kurikê, Mişkinê û Dercemê û girêdayî navçeya Midyadê li dijî gundên Sadê, Kermêtê û Koza yê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi roj operyason tê lidarxistin, bi şev jî ji aliyê yekîneyên veşartî kemîn tên avêtin û keşf tê kirin. Operaysonên li herêmê hîn jî berdewam dike.
3. Di 26’ê Îlonê de li navçeya Pulur a bi ser Dersimê ye li dijî navserên Îksor, Dollubaba, Samuulak, Mêrgê Çaqiran û navserên Sultanbaba yê ji aliyê artêşa mêtinger a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Di 1’ê Cotmehê de rengê vekîşînê didin operasyonê lê bi daxistinan operasyona li dijî herêmê berfireh dike û berdewam dike.
4 Cotmeh 2011
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê