Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 3’ê Cotmehê de (îroj) di navbera saet 01.00-01.30’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî herêma Kanî Cengê ya bi ser Qendîlê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
2. Di 2’ê Cotmehê de di saet 20.40’an de li Îdir li dijî Muduriyeta Ewlehiyê û polîsên trafîkê ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya hatiye lidarxistin de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me nehatiye zelalkirin.
3. Di 2’ê Cotmehê de di saetê serê sibê de li Şirnexê li dijî herêma Şehrîbanê ya bi ser Bestayê ye ji aliyê artêşa mêtînger bi daxistinan operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyonê herêmê hîn jî bi rengê kemîn û keşfê ya ji aliyê yekîneyên veşartî tê lidarxistin berdewam dike.
4. Di 2’ê Cotmehê de di navbera saet 20.00-22.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Gundê Keşanê û derdora wê ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê artêşa dagirker êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama êrîşê de rez û zeviyên gundiyan zirar dîtiye.
5. Di 1’ê Îlonê de li dijî Qereqola Hêlilê ya bi ser Colemergê ye ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de leşkerêkî dijmin ê hêzên taybet ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin.
6. Di 30’ê Îlonê de di saet 10’an de di navbera Wanê û navçeya wê Şaxê li dijî 2 panzer û wesayîteke bi zirx ên derbas dibûn, ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de panzerek derbe xwariye. Hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me nehatiye zelalkirin.
7. Di 2’ê Cotmehê de li navçeya Dihê ya bi ser Sêrtê operasyona li dijî herêma Çiravê ji aliyê artêşa dagirker a tirk hatibû lidarxistin, ji doh êvarî heta serê sibê ya 3’ê cotmehê bi helîkoptêrên skorskyan hêzê xwe paş de vekişandine. Herweha hîn jî li herême ji aliyê yekîneyên veşartî hewldanên keşf û kemîna berdewam dike.
3 Cotmeh 2011
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê