Ji çapemenî û raya giştî re
1. Di 4’ê Cotmehê de di navbera saet 19.00-21.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Herêmên Parastina Medya li dijî herêmên Kanî Cengê, Gundê Lewcê û Dola Şehîdan ku bi ser Qendîlê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
2. Di 4’ê Cotmehê de di saet 14.00’an de li navçeya Şemzînanê ya bi ser Colemergê li nêzî gundê Bênavok li dijî konvoyeke dijmin a derdiket operasyonê ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de maşîneke kîrpî û maşîneke leşkerî ji aliyê gerîla yê me ve hatiye rûxandin. Piştî çalakiyê leşkerên dijmin derdora xwe bê ser û ber gulereşandiye û di encama vê gulereşandinê de şewata li herêmê destpêkiriyê hîn jî berdewam dike. Piştî çalakiya ji aliyê gerîla yê me hatiye li darxistin de ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên skorkyan 4 caran leşker veguheztine quntarên Kêstê û heta êvarî ketin û derketina herêmê hatiye qedexekirin.
3. Di 4’ê Cotmehê de li navçeya Şaxê ya bi ser Wanê ye li dijî herêmên Geliyê Dizîzê û Geliyê Şaxê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi daxistina operasyonek hatiye destpêkirin. Operaysona li herêmê hîn jî berdewam dike.
4. Di 4’ê Cotmehê de li Colemergê li dijÎ zozanên li Kato Marînos, Meydanzengilê, zozanên Çela Cengê, Melîxa û KarçÎtê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.
5. Di 4’ê Cotmehê de li Şirnexê li herêmên Rîsor û Çelê Kunhirçê li dijî yekîneyeke bi tevger a dimin ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çaakiyê de 2 leşkerê dijmin birîndar bûye Agahiyên berfireh ên di derbarê vê çalakiyê de dema zelal bû wê ji raya giştî re were eşkerekirin.
6. Di 4’ê Cotmehê de ji saet 22.00’an heta 5’ê Cotmehê saet 01.00’an li Herêmên Parastina Medya li dijî Geliyê Keşanê û Dola ŞÎva Mêzê ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
7. Di 3’ê Cotmehê de di derdora saet 20.30’an de li navçeya Hezexê ya bi ser Şirnexê ye li dijî maşÎneke tîmen taybet ji aliyê gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiya ji aliyê gerîla yê me ve hatiye lidarxistin ketin û derketina herêmê hatiye qedexekirin.
5 Cotmeh 2011
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê