HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Raya Giştî re!

1. Di 26’ê Tîrmehê saet derdora 08.00’ande li Amed li dijî konvoya leşkerî ya di navberan Pasur û Lîcê derbas dibû ji hêla gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalaki yê  maşîna Reo ya artêşa TC ku 12 leşker têde ji hêla gerîla yê me hatiye imhakirin. Piştî çalakiyê li dijî herêma çalakiyê ji hêla artêşa TC operasyonek tê lidarxistin. Operasyon di saetên êvarî de bê encam paşde vedikişe

.

 

2. Di 26’ê Tîrmehê di navbera saet 18.00-19.00’ande li Colemerg li dijî gundên Palanê û Zêrê ku girêdayî Geverê ne ji hêla artêşa TC êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.

3. Di 25’ê Tîrmehê li Colemerg li dijî herêma Erbîş ku girêdayî Çelê ye operasyona ji hêla artêşa TC hatibû destpê kirin di 26’ê Tîrmehê bê encam paşde vegeriya ye.

4. Di 26’ê Tîrmehê di tevahiya rojê li Herêmen Parastina Medya li dijî herêma Erbîş, Ertuş, Garêya biçûk û gundên Petrot, Mirganiş û Şifreza ji hêla artêşa TC êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.

5. Di 22’ê Tîrmehê di saet 21.00’ande di navbera Colemerg û Bayê li dijî panzêreke artêşa TC ku ya tîmên tevgera taybet e ji hêla gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de hejmara kuştî û birindarê dijmin ji hêla me nehatiye zelal kirin.

6. Di 20’ê Tîrmehê li Colemerg li Xantepe ku girêdayî Çele ye ji hêla gerîla yê me çalakiyek hatibû lidarxistin û li vir artêşa TC wendahiyên giran dabû, di 26’ê Tîrmehê artêşa TC hemû hêzê xwe ji vir kişandiye.

27 Tîrmeh 2010

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG