HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Raya Giştî re!

1. Di 16’e Tîrmehê ji saet 22.00 heta 17 Tîrmehê(îroj) saet 04.00’an Gunden Satê û Biyê ku girêdayî navçeya Colemerg Geverê ye û li Herêmên Parastina Medya li dijî herêma Çarçela ku girêdayî Zagrosê ye ji hêla artêşa TC erişeke havan û obusan hatiye lidarxistin.

2. Di 16’ê Tîrmehê di navbera saet 09.00-09.30’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî gundê Mawata ku girêdayî Zagrosê ye ji hêla artêşa TC êrişeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama erîşa hatiye lidarxistin de agirê li herêmê destpê kiriye, hîn jî berdewam dike.

3. Di navbera 15 Tîrmeh û 16’ê Tîrmehê de li Herêmên Parastina Medya li dijî herêmên Şehît Berîtan, Girê Koordîne, Girê Karker, Girê Şehit Kurtay û Geliyê Koordînê ku bi ser Xakurkê ye ji hêla artêşa TC erîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.

4. Di şeva 16 Tîrmehê de li derdora navçeya Sêrtê Perwari yê ji hêla artêşa TC operasyonek hatiye lidarxistin. Di derbarê operasyonê agahiyên berfireh di rojên pêşiya me de wê ji raya giştî re were eşkere kirin.

5. Di 15’ê Tîrmehê li Herêmên Parastina Medya li dijî Girên Çiyareş, Angola û Ferhat, Gundên Karê û Zebkê ku girêdayî Zapê ye ji hêla artêşa TC erîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama êrîşê de li herêmê şewat destpê kiriye û rezên li gundê Zebkê bi piranî şewiti ye.

6. Di 13’ê Tîrmêhê saet 22.30’ande li bejahiya gundê Xiraba ku girêdayî navçeya Dersim Mazgîrê ye di navbera yekîneyek artêşa TC û gerîla yê me de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûnê de Hevalê Fuat birindar dibe. Di 14’ê Tîrmehê serê sibê ji hêla artêşa TC li dijî herêmê operasyonek hatiye destpê kirin.  Di heman rojê saet di navbera 07.00-09.00’ande di navbera gerîlayê me û leşkerên dijmin de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûnê de Hevalê Fûat bi lehengî şer kiriye û gihîştiye şahadetê.

Agahiyen nasname ya hevalê me yê şehît ketiye:

Fuat - Emrah İlbeyci

Navê Kod: Fuat Pir
Nav û Paşnav: Emrah İlbeyci
Dîrok û Cîhê Jidayik bûn: 1977 / Dersim
Cîh û Sala Tevlêbûnê: Rusya / 1999
Navê Dayik: Kibar
Navê Bav: Ali
Dîroka Şahadetê: 14 Tîrmeh 2010 / Mazgîr, Dersim

 

17 Tîrmeh 2010

Navenda Çapemenî ya HPG