HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Raya Giştî re!

1. Di 17’ê Tîrmehê saet derdora 06.00’ande di navbera Bêdevê û Bêzele ku girêdayî navçeya Colemerg Şemzînanê ye li dijî helîkoptereke skorsky ji hêla gerîla yê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya hatiye lidarxistin de agir bi helîkopter ketiye û helikopter neçar maye ji herêmê dûr bikeve. Piştî çalakiyê li dijî herêmê bi helikopterên kobra û bi havan û obusan ji hêla artêşa TC êrîş hatiye lidarxistin.

2. Di 17’ê Tîrmehê saet dinavbera 15.00-19.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Gundê Heftenîn û Girê Bêtalma ku bi ser Heftenînê ye ji hêla artêşa TC êrişeke havan û obusan hatiye lidarxistin.

3. Di 16’ê Tîrmehê û virve li Herêmên Parastina Medya li dijî herêma Ertuş ku bi ser Zapê ye ji hêla artêşa TC êrişeke havan û obusan hatiye lidarxistin.

4. Di 16’ê Tîrmehê saet derdora 06.00’ande li herêma Koyunhisar û Ortakent ku di navbera Gîresun û Orduyê ye li dijî xeta lûleyên gaza xwezayî ji hêla gerîla yê me êrişeke sabotajê hatiye lidarxistin. Di encamê de xeta lûleyan teqiya ye û şewat destpê kiriye. Piştî çalakiyê li dijî herêmê ji hêla artêşa TC operasyonek hatiye destpê kirin.

18 Tirmeh 2010

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG