Ji Çapemenî û Raya Giştî re!
1. Di 15’ê Tîrmehê de (îroj) saet derdora 05.00’ande li Colemerg li dijî Geliyê Seyyida, herêmen Îdê û Kixê ku girêdayî Girê Berana ye ji hêla artêşa TC bi piştgiriya firokeyên kobra operasyonek hatiye destpê kirin. Operasyon hîn jî berdewame.
2. Di 14’e Tîrmehê de saet di navbera 20.00-21.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Girê Cehennem, gundê Êlê û Kêrê ku girêdayî Zapê ne ji hêla artêşa TC erîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
3. Di 13’ê Tîrmehê de li dijî herêma Xapûşkê ku girêdayî navçeya Colemerg Şemzinanê ji hêla artêşa TC operasyonek hatiye destpê kirin. Operasyon hîn ji berdewam dike.
4. Ji 13 Tîrmehê û vir ve bi navber li Herêmen Parastina Medya li dijî quntarên Xantûr, Girên Lawikê Xerîb û Hêliz, Alaniş û Ava Gûzê ku bi ser Hefteninê ye ji hêla artêşa TC êrişeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama bombebaranê li herêmê şewat destpêkiriye. Şewata li herêmê hîn jî berdewam e.
5. Ev demeke di çapemeniya şerê taybet ya TC’ê nûçeyên weke li Gabar û Cûdî ku girêdayî Şirnexê ye û li Besta ku girêdayî Sêrtê ye tê weşandin. Van nûçeyên derew ku ji hêla hêzên şerên taybet bi zanebûn tê weşandin, gelême heta ji hêla me daxuyanî neyê dayîn divê guhê xwe nede nuçeyên vî rengî.
15 Tîrmeh 2010
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG