Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 21'ê Cotmehê de di saet 16.00'an de li Şirnexê li dijî helîkoptere skorskya ber bi qereqola Osyanê ve diçe ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Helîkoptera skorsky a giran derbe dixwe, naçar maye vegere li Şirnexê daxîne.
2. Di 22'ê Cotmehê de di navbera saet 06.00-09.30'an de riya di navbera Şaxa Wanê û Berwariya Sêrtê ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kontrolkirin. Wesayit hatine rawestandin, nasname hatine kontrolkirin û gel di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin. Herweha kesekî bi dijmin re hevkariyê dike, hatiye binçavkirin, li pêşberî gel hatiye darizandin. Piştî sozdana nedubarekirina hevkariya bi dijmin re ev kes serbest hatiye berdan.
3. Bi kuştina Cerdewanê berê yê bi navê Eşref Kocabeyê li gundê Sogutluya Agiriya jiyan dike re tu têkiliya gerîlayên me nîne.
23 Cotmeh 2012
Navenda Çapenî-Ragihandin a HPG'ê