Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 13'ê Avrêlê de li dijî bejahiya navçeya Mêrdîn Mahsertê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye destpekirin. Operasyona li herêmê di heman rojê de bê encam paş de vekişiyaye.
2. Di 12'ê Avrêlê de di saet 20.00'an de li Îdîrê li dijî derdora sêkoşeya Girê Şikefta, herêma Korxan û Gundê Gewrik ê bi ser Girê Kor e ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye destpêkirin. Heman şevê di saet 24.00'an de di navbera gerîla yê me û leşkerê dijmin ê derketiye operasyonê de pevçûnek qewimiye. Operasyona li herêmê di 13'ê Avrêlê de paş de vekişiyaye. Di derbarê operasyon û pevçûna li herêmê dema agahiyên zelal gihîşt dest me em ê ji raya giştî re ragihînin.
3. Di 9'ê Avrêlê de di saet 15.30'an de li navenda Amasyayê li Gundê Çîgdemlî li ser pira Zana li dijî wesayiteke leşkerî ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 4 leşkerê dijmin ji aliyê gerîla yê me ve hatiye kuştin. Agahiyên berfireh ên di derbarê vê çalakiyê de dema ji aliyê me hate zelalkirin wê ji raya giştî re were ragihandin.
14 Avrêl 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê