Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 12'ê Gulanê de li dijî sêgoşeya Çewlik, Mûş û navçeya Pasûra Amedê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Di 20'ê Gulanê ji danê êvarî heta 21'ê Gulanê danê serê sibê ji laiyê artêşa dagirker a tirk bi helîıkopterên kobrayan û tankan herêm hatiye bombekirin. Operasyonên van herêman hîn jî berdewam dike. Herweha operasyonên li Başûrê Mûşê, herêma Şehîd Remzî ya Amedê, Çewlik û Bedlîsê berdewam dike jiyana 6 cerdewan û serokê bajarê Pasûr ên ji aliyê gerîlayên me ve hatibû girtin û lêpirsînê wan berdewam dike dixe xeteriyê. Bi vê ve girêdayî divê were zanîn ku ev operasyonên li ser navê rizgarkirinê bi armanca tunekirinê tên lidarxistin. Divê xizmên van kesan û raya giştî ya demokratîk di vê mijarê de bihîstyar tevbigerin.
2. Ji 17'ê Gulanê û vir ve li navçeya Kaxizmana Qersê li dijî Geliyê Dêrasor, Xeta Daristanan, Girê Biryargehê, Herêmê Holozkaya û derdora Gundê Bolotifên bi ser Çemçêne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi rengê kemîn vedanê operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyonên li vê herêmê hîn jî berdewam dike.
3. Di 21'ê Gulanê de di saet 19.00'an de li navçeya Şaxa Wanê li dijî wesayiteke ber qereqola Pingê ve diçe ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa dagirker a tirk derdora xwe bê ser û ber gulebaran kiriye.
22 Gulan 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê