Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Ev demeke li navçeya Beyşebaba Şirnexê li dijî herêma Setkarê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi tevlêbûna 15 kesên ji leşker û kontrayan pêk tê kemîn tên vedan.
2. Di 22'ê Gulanê dedi navbera saet 19.00-21.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Girê Zavîta Perexê ya bi ser Zaxoyê ve ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
3. Di 23'ê Gulanê de danê sibê de li navçeya Qilabana Şirnexê li dijî leşkerê dijmin ê li ser Girê Meymûn ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 2 leşker hatiye kuştin, leşkerek jî birîndar bûye.
4. Ji 20'ê Gulanê de danê êvarî heta danê sibê yên 21'ê Gulanê li navçeya Pasûra Amedê li herêma Serê Spî bi helîkopterên kobrayan, hewan, obus û tankan ji aliyê artêşa dagirker a tirk bombebaran hatiye kirin, pişt re li vê herêmê operasyon hatiye lidarxistin. Di encama lêkolînê de di encam teqînê de polîseke tîmê taybet miriye, cerdewanek û 3 leşker jî birîndar bûye de hin agahiyên ketiye dest me em radigihînin. Piştî ji aliyê balefirên keşfê herêm hatiye keşfkirin, di encama agahiyên balefirê daye de êrîş pêk hatiye û ev vendahî pêk hatiye. Di operasyona behsa wê tê kirin de heta niha tu pevçûn di navbera gerîlayên me û leşkerên dijmin de neqewimiye.
23 Mayıs 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê