HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 20'ê Gulanê de di saet 17.30'an de li navçeya Xozata Dersimê li dijî herêma di navbera Reşgul Û Deştê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.

2. Di 20'ê Gulanê de di saet 21.3 0'an de li navçeya Mahsertêya Mêrdînê li dijî Qereqola Gundê Xerzikêêrebo ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de leşkerek dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kuştin. Di 21.'ê Gulanê de (îroj) di saet 06.00'an de li dijî çepereke heman qereqolê ku 8 leşker lê kombibûn ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyeke din hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 5 leşkerê dijmin hatiye kuştin, 3 jî birîndar bûne. Artêşa dagirker a tirk kuştî û birîndarê xwe bi embûlans û helîkopterên skorskyan ji herêmê dûr xistiye.

4. Di 20'ê Gulanê de li navçeya Bazîda Agiriyê li dijî herêma di navbera gundên Çiftlîk û Turkmen de 4 panzer, 4 tank, 3 bataryayên topan bi giştî 26 wesayitên leşkerî li herêmê hatiye veguheztin. Li herêmê amadekariya operasyoneke berfireh heye.

21 Gulan 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê