Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 17'ê Tîrmehê de li herêma Şehîd Kendala Amedê li dijî Gundên Sîsê, Dêrxust û Alî Xuşo yên bi ser navçeya LÎcê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan bi daxistinan operasyon hatiye destpêkirin. Operasyona bi bombebaranê destpêkiriye, li herêmê şewat destpêkiriye, li dijî sîvîlên xwestine mudaxeleyê şewatê bikin di navbera saet 06.00-07.00'an de ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
Li dijî leşkerên xwestine bi wesayitan teqwiyeyî herêmê bikin di saet 14.00'an de li dijî wesayiteke kirpiya zirxî ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê d wesayita kirpî bi giştî hatiye rûxandin, 3 leşker jî hatine kuştin, gelek leşker jî birîndar bûye. Li dijî Gundê Sîsê, Cênik û Husêynikê piştî nîvro ji aliyê artêşa dagirker a tirk careke din hatiye bombekirin, şewata li herêmê jî destpêkiriye hîn jî berdewam dike. Operasyona li herêmê di heman rojê de paş ve vekişiyaye.
2. Di 18'ê Tîrmehê de di saet 04.00'an de li navçeyên Karaz, Lîce û Hezoyên Amedê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi daxistinan operasyonek hatiye destpêkirin. Di heman rojê de li Neqeba Antakê di navbera gerîlayên me û leşkerên derketine operasyonê de pevçûnek qewimiye. Piştî pevçûnê dijmin kuştî û birîndarê xwe yê ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin bi helîkopterên skorskyan ji herêmê dûr xistiye. Piştî pevçûnê ji aliYê artêşa dagirker a tirk ve herêm bê ser û ber herêm bombebaran kiriye. Di encama vê bombebaranê de şewata li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike. Operasyona li herêmê di heman rojê de di saet 17.00'an de paş ve vekişiyaye.
19 Tîrmeh 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê