HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 18'ê Tîrmehê de di saet 15.00'an de li navçeya Payizavaya Wanê li nêzî Gundê Semtxanê li di navbera gerîlayên me û leşkerê artêşa dagirker a tirk de pevçûnek qewimiye.Di encama vê pevçûnê de 5 leşkerê dijmin hatiye kuştin, 3 leşker birîndar bûye, wesayiteke leşkeran jî hatiye rûxandin. Dijmin piştî pevçûnê bi piştgiriya helîkopterên kobrayan û panzêran bi helîkopterên skorskyan kuştî û birîndarên xwe ji herêmên dûr xistiye. Piştî pevçûnan operasyona li herêmê hatibû destpêkirin li derdora gundên Zorava, Semetxan, Zaxê û Panemîrê hîn jî berdewam dike.

20 Tîrmeh 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê